Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Aktrîsta Înglîz Maxine Peak doza azdiya Rêber Apo kir 17.12.2020

 

“JI OCALAN RE AZADΔ
AKTRÎSTA ÎNGILÎZ MAXÎNE PEAKE DOZA AZADIYA RÊBER APO KIR

Maxine Peake yek ji aktrîstên Ingilîstanê yên herî navdar e û bi çalakvaniya xwe ya civakî tê nasîn.

Ew sefîra gelek weqfan e ji bo pêşîgritina li xwekuştinê, edaleta civakî û wekî din.

Aktrîsta îngilîz Maxine Peakê jî daxuyaniya hunermendên navnetewî ya ji bo serbestkirina Rêber Apo îmze kir.

Hunermend, nivîskar û afirînerên cîhanî bi vê daxuyaniyê dixwazin Rêber Apo ji Îmraliyê bê berdan.

Di deklarasyonê de hunermend bi bîr dixin ku Rêber Apo bêhtirî 20 salan tecrîdkirî ye û wiha dewam dikin:

Abdullah Ocalan bi xwe gelekî li ser cihê çandê û ziman di nav jiyana Kurdan de nivîsî.

Ew qebûl û nas dike ku huner îfadeyeke nasnameya Kurdî ye.

Azadî ji bo ku ev îfade û huner geş bibe şertekî li pêş e.

Huner û azadî ji bo rûmeta mirovî esas û heyatî ne.

Weke hunermend em têdigihin ku azadî heyatî ye ji bo rûmet û hevgirtina her ferdî.

Abdullah Ocalan di hepsê de ma û azadî heqê wî ye.

Wî eşkere nîşan da ku ji bo miletê xwe ew serokekî siyasî yê xwedî berpirsiyarî ye.

Wî nîşan da ku mirov dikare baweriyê bi gotina wî bîne. Êdî dem hatiye ku ew serbest bibe.

Di nava hunermendên metn îmzekirî de stranbêj û nivîskarê stranan ê ji Galiyayê Dafydd Iwan,

senarîst Julia Pascal, romannûs James Kelman,

bestekar Nathan Felix ku bi navê Ocalan besteyeke xwe heye û hunermend Alix Davis jî hene.

Bi Maxine Peake re ev lîste dewlementir bû.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv