Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Leşkerên Tirk li gundên Zaxo malên xelkê talan dikin

 

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Leşkerên Tirk raste raste xelkê sivîl dike hedef, gund, bax û baxçeyê welatiyan bombebaran dike. Leşkerên Tirk ên ku ketibûn gundek bajarokê Batûfa ya ser bi Zaxoyê, malên welatiyan talan kirin û diziyan.

Dewleta Tirk a dagirker bi hemû hêza xwe êrişî Başûrê Kurdistanê dike, artêşa Tirk bê ku kesê ji hev cûda bike êriş û talanê dike. Artêşa Tirk a dagirker ku xwe li ber berxwedana gerîla ranagre, êrişî sivîlan dike.

Ji ber êrişên dewleta Tirk xelk neçar dimîne gundên xwe berdin. Bajarokê Batufa demek dirêje ji ber êrişên dewleta Tirk hatiye valekirin.

Dîmenên ku di 18’ê Adara 2021’an de hatine kişandin, carek din li ser torên civakî hatine belavkirin. Di dîmen de talankirina malên xelkê gund ya ji aliyê leşkerên Trik ve bi eşkere tê dîtin.

Şêniyên gundê Ruîs ya ser bi bajarokê Batufa ya ser bi Zaxo, dibin êrişên dewleta Tirk de serdana gundê xwe kirin. Duh ku komek xelkê gund serdana gundê xwe kirin, dîtin ku malên wan ji aliyê leşkerên artêşa Tirk a dagirker ve hatine talan kirin, kel û pelên di nav malan de jî hatine şikandin û dizîn. Weke di dîmen de jî tê dîtin, derî, pencere hatine şikandin û tiştên di mal de jî hatine dizîn.

Ev jî dîmenên dema talankirina Efînê tîne bîra mirov. Dema ku dewleta Tirk a dagirker ket Efrîn, destpêkê xelkê ji cih û warên wan kir û piştre dest bi talankirin û diziyê kir.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv