Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ahmet Aktaş: Ne mêvanperwerî, niştîmanperwerî rast e

 

AHMET AKTAŞ / WELAT
NE MÊVANPERWERÎ, NIŞTIMANPERWERÎ RAST E

Car caran tê gotin, “filan rêxistin an partî, li filan parçeyî mêvan e û divê li gorî mevaniya xwe tevbigere!”
Jixwe ev gotin an ev zihniyet, ji binî ve şaş e û divê şûna wê ya rast were bicihkirin, ew jî; niştimanperwerî, welatparêzî, netewayetî ye yan jî bi kurtayî kurdistanî bûne. Bi gotinek din, divê mirov ne parçeparêz be, Kurdistanparêz be.
Çavkaniya vê gotina çewt/şaş; malbatperestî, qebîleperestî û eşîretperestî ye. Ev jî mirovan dixe tengefikrê, biçûk hizirkirinê û mirovan ji mezin fikiriyê û welat hizirkirinê dûr dixe, dibe herêmperestî û parçeperestiyê.

Eger hîn jî were ajotin, şopa vê zihniyetê diçe xwe dispêre felsefe û siyaseta mêtingerî ya dewletên dagirker û emperyal; “parçe bike ji bo ku karibe bi rehetî bide meşandin!” Ma ne li ser vê siyasetê Kurdistan parçe kirin?
Bi giranî ev siyaset an zihniyet li başûrê Kurdisatnê tê birêvebirin. Bêguman bandora wê li hemû parçeyan heye. Vê dema dawî, li Rojava jî bi rijdî tê gotin ku “bila yên Bakur ji vir derkevin!” Tê zanîn ku ev dewama wê siyaseta li Başûr e.

Yê ku vê gotinê dibêje û di kiryarî de, pêşengiya vê siyasetê dike, erê PDK ye. Yên li ser wê jî ferz dikin û bi zorê didin meşandin, dewleta tirk û hîn di ser wê re jî zirdewletên cîhanî ne.
Van, ne hema ji bejn û bala PKK’yiyan nerihetin û dibêjin “bila ji vir derkevin, biçin cihê xwe (Bakur)” an ji bi gotina herî nerm û xapînok “li vir mêvan bûn, lê niha êdî ji ber wan, jiyana gelê niştecihên parçeyê me di xeterê de ye, lewma bila derkevin biçin” û hwd.

Li ser têgeha mêvanî yan mêvanperweriyê jî, pêdivî bi çend hevokan hene. Di çanda eşîretî ya kurdistanî de, cihekî rêzdariya hêja ya mêhmandariyê/mêvantiyê heye. Dibêjin; Mêvan, mêvanên xwedê ne, xêr û bereketa xwe bi xwe re tînin.

Lewma kesê li mêvanê xwe xwedî dernekeve eyb û şermek mezîn e. Mêvan çi qusûr, bêrêtî û heta sûc kiribe jî, kes mêvanên hatibin xwe avêtibe mala wan, xwe avêtibe bextê wan, wan mêvanan radestî tu kesên din nake. Heta ku aştiyê çênekenin wan radestî malbatên wan jî nakin.

De kerem bikin, ev karên tê kirin, ev helwestên tên danîn li dijî Tevgera Azadiyê, ne di nava adet û zagonên eşîretan de, ne jî di nava civakên modern de cih jê re hene.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv