Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Fehîm Işik: Divê ew carekî din firsendê nebînin!

 

FEHÎM IŞIK / WELAT
DIVÊ EW CAREKÎ DIN FIRSENDÊ NEBÎNIN !

Sedat Peker di rêzevîdyoyê xwe yê dûmahî de, got ku; “Hefteya pêşî ez û Tayîp abê em ê hevûdu helal bikin.” Beriya wî jî ‘Tayîp abê’ya Sedat Peker axivî bû. Hema bêje, wî jî tu gotinek ji Sedat Peker re negotibû. Parastina wî ya li derheqê Suleyman Soylu û yên din jî gelek ji rêzê bû. Jixwe dû re li ser vê meseleyê qet neaxivî.

Sedat Peker, gotina xwe xwar û bi paşve gav avêt. Hevdîtînên Biden û Erdogan kir sedem û ji bo parastina ‘abê’ya xwe got, “Ji bo destê hinekan xurt nekim, ez ê dûra helaliyê ji Tayîp abê bixwazim.”

Ji roja ewil de em dinivîsînin. Belê, Sedat Peker hin tiştan aşkera dike. Lê zîhniyeta kujeriyê jî diparêze. Yek gotinek li dijî dewletê nabêje. Hemû kiryaran wekî kiryarên şexsî nîşan dide. Vê helwesta wî bi zanebûn e. Wisa xuyaye ku helalîxwestina wî ya ji Erdogan jî beşek bazariyê ye. Her wiha bê bersivhiştina Erdogan jî, îşareta hin hesab û kitêban dike. Bi gotinek din Erdogan jî deriyê bazariyê negirtiye. Belkî jî di bazariyê de ne.

Ew ê Sedat Peker ji bo Erdogan çi bêje, em nizanin. Lê qenaata min ew e ku Sedet Peker ew ê piranî li derdora Erdogan bixe û ew ê wî negiri hemberî xwe. Sedem jî aşkera ye. Sedat Peker bi tifaqê xwe re nakok e û dema kesên wekî Suleyman Soyluyên tifaqê xwe girt hemberî xwe, nexwest dijminê xwe zêdetir bike. Bi qasî ku tê dîtin, pirsgirêkên Erdogan jî bi wê tifaqê re, ango bi Bahçelî û Ergenekoniyan re, bi Mehmet Agar û Suleyman Soylu re heye. Ew jî heke piştgirî nede Sedat Peker jî, dikare ji îfşaatên Sedat Peker îstîfade bike.

Hesab kitêbek jî ev e. Hesab kitêbek din jî rewşa kurdan e. Em hemû dizanin ku sedema esasî ya van aloziyên navxweyî pirsgirêka kurd e. Ev pirsgirêk çareser nebû. Hêza dewletê têrî kurdan nekir. Bi gotineke din dewlet nedikarî pêşî li berxwedana kurdan bigire. Ew hêzên Gladyoya tirk ku destpêkê de li dijî komûnîstan hatibû damezrandin, piştî şerê çekdarî bi taybet li dijî kurdan hat bikaranîn. Her ku ew li dijî gelê kurd û tevgera kurdan sûcên giran pêkanîn, qada rantê mezin bû û zêdetir bi hev ketin. Hevketina wan îro di asta herî mezin de ye. Lê yek ji wan jî dev ji dijminatiya kurdan bernedane. Ne tenê ew, muxalefeta qaşo jî di dijminatiya kurdan de ji desthilatdarî kêmtir nînin. Yên ku wan li ser pêya digire jî ev helwesta qirêj e.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv