Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Tayîp Temel: Koçberkirin, dagirkirin û talana xwezayê

 

TAYÎP TEMEL / WELAT
KOÇBERKIRIN, DAGIRKIRIN Û TALANA XWEZAYÊ

Di 27’ê gulanê de leşker û cerdevanan li gundê Şêxan ê girêdayî Payîzava ya Wanê, bi makîneyan nêzî 30 xanî û govên gundiyan xirab kirin. Gundiyên ku nedixwestin gov û xaniyên wan bên hilweşandin û li şûna wê kana mermerê bê vekirin, rastî êrîşa leşker û cerdevanan hatin û bi awayekî aşkera gule bi ser wan de hatin reşandin. Di encama êrîşê de xanî û govên gundiyan hatin xirabkirin, gundî hatin binçavkirin û gefên girtin û kuştinê li wan hatin xwarin.

Helbet tiştên li Wanê, li Payîzavayê, li Şêxanê diqewimin, ne tiştên seyr û sosret in. Dema em li dîroka kurdan û dewletê dinihêrin, ev tiştên li Şêxanê qewimîn, wek panorameyeke biçûk e ku têkiliya kurdan û dewletê radixe ber çavan û ne tenê li wir, heta niha li gelek deran jî qewimiye û diqewime. Û îro ne tenê li Şêxanê û li Bakur, li Rojava û Başûr jî ev polîtîka bi awayekî sîstematîk tê meşandin. Tiştê li Şêxanê jî qewimî, bi taybetî berdewama siyaseta sedsalan e û wek projeksiyonekê nêzikatiya li hemberî kurdan radixe ber çavan.

Ji avakirina komarê heta niha, em dibînin ku welatê kurdan çawa hatibe dagirkirin, zimanê kurdan çawa hatibe qedexekirin, kurd çawa hatibin koçberkirin, axa wan, dewlemendiyên wan jî bi heman rengî hatine talankirin. Polîtîkayeke yekpare ya dewletê heye ku li ser talankirin, desteserkirin û şêlandina dewlemendiyên kurdan hatiye avakirin. Mekanîzmaya berdewamkirina vê pergalê li ser vî esasî hatiye avakirin.

Ji ber ku şêniyên gundê Şêxan kurd in, lewma jî bi bombeyên gazê, bi guleyan êrîşî wan dikin. Ji ber ku ew der axa kurdan e, lewma wek gurên devbixwîn êrîş dikin û tu pîvan û nirxên mirovahiyê nas nakin. Dijminahiya li dijî kurdan, ew ji hemû nirxên hiqûq û mirovahiyê mehrûm hiştine.

Li cihekî zilm û zordarî hebe, li wê derê berxwedan û têkoşîn jî heye. Îro bi hemû hêza xwe êrîşî hemû nirxên kurdan; êrîşî ziman, çand, dewlemendî, ax û xwezaya kurdan dikin. Lê çawa ku berî niha li hemberî van êrîşan berxwedan û têkoşînek hatibe dayîn, ji îro şûnde jî ev berxwedan wê bidome. Gelê kurd wê hem li axa xwe hem jî li hemû dewlemendiyên xwe xwedî derkeve, biparêze.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv