FERMANDARA YJA-STARÊ YA QADA METÎNA ŞAFAK YEKBÛN:
34 ROJ IN LI AVAŞÎN, ZAP Û METÎNA BERXWEDANEKE DÎROKÎ TÊ NÎŞANDAN
Fermandara YJA-Starê ya Qada Metîna Şafak Yekbûn, beşdarî bernameya taybet a televîzyona me bû.
Şafak Yekbûn, bi taybetî li ser şerê gerîlayên azadiya yê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk sekinî.
Fermandara YJA Starê da zanîn ku ev berxwedan di çerçoveya pêngava dem dema azadiyê ye de pêş dikeve.
Şafak Yekbûn diyar kir ku gerîlayên Azadiyê van xeyalê dewleta Tirk vala derxistine.
FERMANDARA YJA-STARÊ YA QADA METÎNA ŞAFAK YEKBÛN:
ŞERÊ DI VÊ QONAXÊ DE ŞERÊ TEKNÎKÊ YE, LEŞKER NIKARIN BÊN PÊŞBERÎ GERÎLA
Fermandara YJA Starê destnîşan kir; şerê di vê qonaxê de şerê teknîkê ye, leşker nikarin bên pêşberî gerîla.
FERMANDARA YJA-STARÊ YA QADA METÎNA ŞAFAK YEKBÛN:
GIRÊ ZENDÛRA BÛYE KELEHA BERXWEDANA GERÎLAYÊN AZADIYÊ
Şafak Yekbûn bi taybetî bal kişand ser berxwedana girê Zendûra û got;
Girê Zendûra bûye kela berxwedanê.
FERMANDARA YJA-STARÊ YA QADA METÎNA ŞAFAK YEKBÛN:
HÊZÊN PARASTINA HEWAYÎ DI BERXWEDANA GERÎLA DE ROLEKE GIRÎNG DILÎZIN
Fermandara YJA Starê, da zanîn ku hêzên hewayî di berxwedana gerîla de roleke girîng dilîzin.
FERMANDARA YJA-STARÊ YA QADA METÎNA ŞAFAK YEKBÛN:
DIVÊ GELÊ ME BIZANE KU ARMANCA DEWLETA TIRK GELÊ KURD HEMÛ YE
Şafak Yekbûn di nirxandinên xwe de diyar kir ku armanca dewleta gelê Kurd hemû ye.
Di vê çerçoveyê de Şafak Yekbûn da zanîn ku dewleta Tirk dixwaze pêşmergeyan li hemberî gerîlayan bide şerkirin, divê pêşmerge neyên van lîstikan.