SAZIYA MAAT A AŞTIYÊ YA MISRÊ BANGA JI BO RÊBER APO
LÊKOLÎNER MIHEMED MUXTAR: DIVÊ CPT DERHAL BIKEVE NAVA TEVGERÊ
Lêkolînerê Saziya Maat a Aştiyê Mihemed Muxtar der barê Pergala Tecrîd û Îşkenceyê ya Îmraliyê de ji ajansa Hawarê re axivî.
Mihemed Muxtar îşaret bi wê yekê kir ku mafê darizandina adil jî di nav de hemû mafên Rêber Apo hatine binpêkirin.
Mihemed Muxtar destnîşan kir ku ew jî piştevaniyên didin kampanya Însiyafîfa Ereb a ji bo azadiya Rêber Apo û got:
Tiştên li Îmraliyê bi serê Ocalan de tînin li dijî mafê mirovane.
Lazim e CPT derhal bikeve tevgerê, zextê li dewleta Tirk bike. Hevdîtina parêzer û malbatê divê teqez pêk were.
Lêkolînerê misrî diyar kir ku şert û mercên Rêber Apo tê de tê ragirtin xerab in û wiha dewam kir:
Divê hikûmeta tirk fikarên raya giştî yên der barê Ocalan de li ber çavan bigre.
Ji bo hevdîtin pê re çêbe, divê saziyên navnetewî jî zextên xwe domdar bikin.