Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KJK’ê ji bo wefata Newal El Sedawî peyama sersaxiyê weşand 23.03.2021

 

KJK’Ê JI BO WEFATA NEWAL EL SEDAWÎ PEYAMA SERSAXIYÊ WEŞAND
“NEWAL EL SEDAWÎ DOSTEKE HÊJA YA GELÊ KURD BÛ”

Nivîskar û têkoşera misrî Newal El Sedawî di 21’ê adarê de jiyana xwe ji dest da.

Ew bi têkoşîna xwe ya di oxira azadiya jinan de sembol bû û dosteke gelê kurd bû.

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê KJK’ê ji bo Sedawî peyameke sersaxiyê weşand.

KJK’ê destnîşan kir ku ew ji bo tevgera jinên kurd bûye çavkaniya îlham, hêz û serbilindahiyê û ev peyam da:

Em bi navê KJK`ê sersaxiyê ji xwe, ji gel û jinên Misirê re dixwazin.

Em dixwazin bi bîr bixin ku me kesayeteke hêja û doseteke gelê Kurd, her wiha alîgireke berz a doza jinên Kurd bi taybetî, ji dest da.

Wekî KJK, me Dr. Newal El-Sedawî ji nêz nas dikir û gelek hevdîtin û bîranên me pê re çêbûn.

Bandoreke ku nayê jibîrkirin li me kir, ji ber ku gelek nîqaşên bi nirx têkildarî dozên azadiya jinan di navbera me de pêk hatin.

Wê girîngiyeke zêde dida doza me û bawerî bi têkoşîna me dikir.

Ji lewre, em destnîşan dikin ku Newal El-Sedawî wê di dil û mejiyê me de wekî mûmeke pêketî bimîne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv