Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Kolonel Wayne Marotto: DAIŞ di qada şer de binket lê di warê fikrî de bi temamî têk neçûye 23.03.2021

 

KOLONEL WAYNE MAROTTO:
DAIŞ DI QADA ŞER DE BINKET LÊ DI WARÊ FIKRÎ DE BI TEMAMÎ TÊK NEÇÛYE

23`ê Adara 2019`an QSD`ê bajarokê Baxozê yê rojhilatê bajarê Dêrazor ê Sûriyê ku baregeha dawîn a çeteyên DAIŞ`ê bû rizgar kir.

Di salvegara rizgarkirina Boxazê de Berdevkê Fermî yê Koalisyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê Kolonel Wayne Marotto li Bakur û Rojhilatê Sûriyê mijarên girêdayî rewşa DAIŞ`ê û siberoja hevkariya bi QSD`ê re ji ajansa ANHA’yê re nirxand.

Di nirxandinên xwe de Marotto balê dikşîne ser girîngiya çalakiyên QSD`ê yên li dijî DAIŞ`ê û planên têkbirina îdeolojiya wê û dibêje:

“Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê QSD’ê, DAIŞ`ê di aliyê erdnîgariyê de têk bir. Nîşaneya vê yekê jî ew e ku tu herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne di bin serweriya DAIŞ`ê de ne. DAIŞ di qada şer de binket lê di warê fikrî de bi tamamî têk neçûye.”

Kolonel Wayne Marotto bi van gotinan balê dikşîne ser girîngiya hevkariya QDS’ê û Koalîsyona Navnetewa;

“Koalîyon wê xebatên xwe bi hevalbendên xwe QSD`ê re bidomîne. Her wiha em ê bi hevalbendên xwe parastina aramî û ewlekariya Bakur û Rojilatê Sûriyê jî bidomînin.”

Marotto di axaftinên xwe de îşaret bi girtiyên DAIŞî yên di destê QSD’ê de dike û dibêje:

“Ev girtiyên bi îdeolojiya DAIŞ’ê rabûne xeteriya herî mezin in. Ev mijar pir xeter e û bandora wê li nifşên siberojê heye. Lê bi rastî tu çareseriya leşkerî ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê tune ye. Hêzên navneteweyî çareseriyê ji bo vegera wan kesan ji bo welatê wan bibîne wê baş be.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv