Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Delegasyona aştiyê ya Îmraliyê konferansê li dar dixe 23.03.2021

 

KAMPANYAYA “DEM HATIYE JI OCALAN RE AZADΔ
DELEGASYONA AŞTIYÊ YA ÎMRALIYÊ KONFERANSÊ LI DAR DIXE

Konferansa bi sernavê “Ocalan û rêya çareseriya siyasî aştiyane ya pirsgirêka Kurd” wê li ser înternetê bê çêkirin.

Wezîrê berê yê Edaletê yê Îzlandayê Ogmundur Jonasson jî di nav de wê gelek kes tevlî bibin.

Konferans wê vê êvarê li gorî saeta Ewrûpayê saet di 18:30’î de li ser bernameya Zoomê pêk were.

Endamên Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê wê tevlî bibin.

Li gel Ogmundur Jonasson, ji saziya bi navê UNITE the Union Clare Baker,

ji sekreterên berê yên sendîkaya mamosteyan a Brîtanyayê Barones Christine Blower

û ji namzetên parlamenteriyê ya Partiya Neteweyî ya Skoçyayê (NSP) siyasetmedar Roza Salih jî wê li konferansê biaxivin.

Li konferansa ku endama Komîteya Aştiyê ya Kurdistanê û parêzer Melanie Gingell wê moderatoriyê jê re bike, hevdîtinên ku Delegasyona Îmraliyê kirine wê bên nirxandin.

Her wiha bûyerên dema dawî û pêşniyarên çareseriyê jî wê bên nîqaşkirin.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv