NEWROZA AZADÎ Û BERXWEDANÊ
KURDISTANIYAN LI ÇIYAYÊ QENDÎLÊ PEYAMA BERXWEDAN Û AZADIYÊ DAN
Binarê Qendîlê careke din şahidî ji Newrozeke bi heybet re kir.
Bi deh-hezaran kesî bi ços û kelecaneke mezin, di saetên serê sibê de berê xwe da qada Newrozê.
Bernameya pîrozbahiyê bi rêzgirtin û xwendina siruda Ey Reqib dest pê kir.
Paşê nirxandinên Rêber APO yên li ser Newrozê hat gohdarkirin û li ser navê sazî, rêxistin û saziyan peyam hatin xwendin..
Di peyaman de li dijî dagirkeriya dewleta Tirk banga hevgirtin û berxwedanê hat kirin.
D pîrozbahiyê de her wiha peyamên Koma Civakên Kurdistan KCK û Komalên Jinên Kurdistanê KJK’ê jî hat xwendin.
KCK û KJK’ê Newroza xelkê Başûrê Kurdistanê pîrozkirin û ew peyam dan.
Erkê me hemûyan ne weke gelê Newroz, azadîxwaz û neviyên Kawayê Hesinkar, ji bo azadiya rêber APO, dawîanîna dagirkeriyê û rûxandina faşîzmê beşdarî pêngava ‘Dem dema azadiyê bibin û berê xwe bidîn qadên têkoşînê.
Piştî peyaman Nasir Rezazî, Çopî Fetah, Diyar Dersîm, Bextiyar Salih, Şîlan Osman, Koma Şehîd Serhed û Koma Destîna Qendîl derketin ser dikê û bi stranên xwe reng dan pîrozbahiyê.
Pîrozbahî bi durusmeyên dilsoziya bi rêber APO, gerîla û berxwedêrên grevên birçîbûnê re bidawî bû.