LI MECLISÊ DARBEYA LI DIJÎ HDP’Ê
HIKÛMETA TIRK BER DESTÊ ŞEFEQÊ LI MECLISÊ GERGERLÎOGLU DA BINÇAVKIRIN
Polîsan Parlamenterê HDP’ê Omer Faruk Gergerlîoglu li meclîsê binçav kirin.
Omer Faruk Gergerlîoglu, piştî meclîsê parlementeriya wî betal kir, li Meclîsê dest bi çalakiya “Nobeta Edaletê” kiribû.
Polîsan bi fermana rayedarên hikûmeta tirk şefeqê tevî cilê wî yên şevê, bi zorê ew binçav kirin.
Buroya Çapemeniyê ya HDP’ê der barê binçavkirina Gergerlîoglu de daxuyaniyek parve kir û got:
Dema Gergerlîoglu ji lavaboyê derket ji polîsan re got ‘Ez nimêj bikim û cilê xwe biguherînim’ Lê polîsan ew bi zorê binçav kirin.
Li aliyê din li ser medya dijîtal Twitterê jî hashtaga #WekîlêGelDiBinçavan de ye bi deh hezaran peyam hatin parvekirin.
MYK’a HDP’ê nerazîbûneke tund nîşanî binçavkirinê da û ji partiyên muxalefetê xwest aliyê xwe diyar bike.
Gergerlîoglu piştî îfadeya wî hat girtin piştî nîvro serbest hat berdan.