Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Fermandariya NPG’ê: Serketina têkoşînê bi agirê Newrozê tacîdar dibe 21.03.2021

 

NEWROZA “DEMA AZADIYÊ YE”
FERMANDARIYA NPG’Ê: SERKETINA TÊKOŞÎNÊ BI AGIRÊ NEWROZÊ TACÎDAR DIBE

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Newroza 2021’an li gelê Kurd pîroz kir..

Fermandariyê peyam da ku ewê di meşa xwe a azadiya Kurdistan û Rêber Apo de, serkeftina têkoşînê bi agirê Newrozê tacîdar bikin..

Ji bo cejna netewî ya gelê Kurd Newrozê, Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel peyamek weşand..

Fermandariyê Newroz weke nîşaneya serketin û yekîtiya gelan binav kir û wiha got:

Newroz meşa ber bi jiyan û azadiyê û rengê biharê, ji bo gelê Kurd serhildana li dijî zilm û koletiyê ye.

Newroz navê gurkirina agirê berxwedanê ye. Têkoşîna dehê salan a Rêber Apo, berxwedana bêhempa ya artêşa şehîdan bi pêşengiya Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan e. Di pêvajoya 40 salên borî de bi pêşengiya PKK’ê gelê Newrozê hate afirandin.

Fermandariyê Newroz li Rêber Apo, malbatên şehîdan gerîllayên azadiyê û tevahiya gelê Kurd pîroz kir û wiha dewam kir:

Bi navê gel û tevgera wî ya parastinê, em Newroza 2021’ê bi rihê serketina destana Garê, bi coş û moraleke mezin û bi biryardariya pêkanîna azadiyê pêşwazî dikin.

Serketina ku hevrêyên me yên leheng li Garê nivîsandin, di Newroza nû de hêzeke mezin da gelê Kurd û dostên me.

Vê destana dîrokî nîşanî her kesî da ku şert û merc çi dibin bila bibin, gerîlayên azadiya Kurdistanê xwedî wê hêzê ne ku di her kêliyê de dikarin serketinê biafirînin.

Em gerîlayên Kurdistanê bi biryar in ku azadiya Rêber Apo û welatê me Kurdistanê misoger bikin.

Konseya me ya Fermandaran jî di civîna xwe ya salane de ji bo serketinê biryardariyeke mezin daniye holê. Ji her alî ve ketiye sala nû ya têkoşînê.

Em Hêzên Parastina Gel ku li ser hîmê felsefeya Apoyî û li ser xeta lehengiyê ya artêşa şehîdan a PKK’ê sond xwarîne ku bi fedayî şer bikin.

Heta ku em meşa Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad bi serfiraziyê tacîdar bikin, em ê navberê nedin têkoşînê.

Em gelê xwe yê ku agirê Newrozê pêxistiye û bi rihê serhildanê berê xwe da qadan dostên gelê xwe ji çiyayên azad silav dikin.

Û Newroza azadiyê li wan pîroz dikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv