Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Azadiya Rêber Apo mora xwe li Newroza Amedê xist 21.03.2021

 

NEWROZA AZADIYÊ
AZADIYA RÊBER APO MORA XWE LI NEWROZA AMEDÊ XIST

Weke her Newroz di vê Newrozê de jî çavê cîhanê li Newroza Amedê bû.

Sekin û biryardariya gel, peyamên ku tevî siyasetmedarên xwe da, dîsa mora xwe li pîrozbahiyên Newrozê xist.

Di serî de li Amedê, di pîrozbahiyên li bakurê Kurdistanê de gel hisabên hikûmeta faşîst a tirk serûbin kirin.

Gelê Amedê weke her Newroz li gel hemû astengiyên ji wan re hatin derxistin jî ew astengî yek bi yek derbaskirin û qad tijî kirin.

Polîsên hikûmetê her çend bi dehan kes ji ber filama û alan girt binçavan jî lê dîsa jî nekarî pêşî li coşa Newrozê bigre.

Li qadê Alên PKK’ê û wêneyên Rêber Apo hatin hildan.

Bi sedhezaran kesên ku li qada Newroza Amedê kom bûn, nîşan dan ku ew bi Rêber Apo re dilsoz in.

Agirê Newroza Amedê bi dirûşma Bijî Serok Apo hat pêxistin.

Parlamanter û siyasetmedaran di axaftinên xwe de ji hukûmeta tirk re gotin tu nikarî vîna vî gelê bişkînî ev gel tu carî têk naçe.

Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar jî despêkê newroz li gel pîroz kir û got:

Newroz ne tenê rojek e, her roj e. Silav ji gelê Amedê yê heskiriyê azadî û berxwedanê re. Silav ji gelê Newrozê re. Ez we hemûyan bi coşa Newrozê silav dikim.

Sancar destnîşan kir ku êriş çiqas dijwar dibin bila bibin wê nikaribin îradeya vî gelî bişkînin û wiha got:

Em li pey banga birêz Ocalan in. Ev qad beriya 8 salan di Newrozê de nameya birêz Ocalan a Newrozê guhdar kir. Ew nameya aştiyê û çareseriyê bû. Em li pey wê bangê ne. Em tibikoşin û teqez bi ser kevin.

Di dema axaftina Mithat Sancar de jî gel bêyî navber dirûşmên “Bijî Serok Apo” qiriya.

Piştî axaftinan coşa Newrozê bi gerandina govenda azadiyê dewam kir.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv