LI GARÊ Û ZAPÊ NEWROZA GERÎLAYAN
AGIRÊ ÎSYANÊ JI HESINKAR KAWA JI ALIYÊ KAWAYÊN HEMDEM VE TÊ VÊXISTIN
Li çiyayê Garê, ku 10’ê Sibatê dewleta Tirk a dagirker bi dehan balafirên şer êriş bir ser, lê derbeke giran xwar û lê têk çû, gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê agirê Newrozê dadan.
Agirê ku ji Garê bilind bû, ji gelek navçe û gundên derdorê hate dîtin. Gerîlayan bi fîşekên hewayî silav dan gelê Başûrê Kurdistanê.
Agirê Newrozê yê li Garê heta serê sibehê geş bû û gerîla li dorê govend gerand.
Li Zapê jî gerîlayan bi coşeke mezin Newroz pîroz kir.
Fermandarê Herêma Zapê Alan Malazgîrt diyar kir ku hedefa gerîlayan a sala nû bi bilindkirina têkoşînê azadiya Rêber Apo ye.
Gerilayan piştî merasîma leşkerî agir dadan û li dora agir govend gerandin û cejna Newrozê pîroz kirin.