Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li gelek bajarên Başûrê Kurdistanê agirê Newrozê geş bû 21.03.2021

 

NEWROZA 2021’AN
LI GELEK BAJARÊN BAŞÛRÊ KURDISTANÊ AGIRÊ NEWROZÊ GEŞ BÛ

Li tevahiya bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê cejna Newrozê bi coşeke mezin hat pîrozkirin.

Pîrozbahiya li Helebce bi beşdariya gelek Kurdistaniyan pêk hat.

Beşdaran banga yekîtiya neteweyî li tevahiya hêzên Kurdistanî kirin.

Li Hewlêrê jî bi dehhezaran kes daketin qadan.

Li ser keleha Hewlêrê agirê Newrozê hat pêxistin.

Li navçeya Koye jî pîrozbahiya Newrozê hebû.

Dîmenên rengîn li vê derê derketin holê.

Li navçeya Germiyanê Kelarê jî navnîşana Newrozê Qelaya Şêrwan bû.

Bi hezaran Kurdistanî beşdarî pîrozbahiya li vê derê bûn.

Pîrozbahiyeke din jî li Xurmatû pêk hat.

Di pîrozbahiya li Parka Birayetî de agirê Newrozê hat pêxistin û şahî hat lidarxistin.

Li navçeya Germiyanê Kifrî jî Agirê Newrozê bi coş hat pêxistin.

Dîsa li Balekayetî û Xaneqînê jî cejna Newrozê hat pîrozkirin.

Gel li vir jî banga yekîtiya neteweyî li tevahiya hêzên Kurdistanî kirin.

Pîrozbahiya ku şevê din herî zêde bal kişand ser xwe weke her salê li Akrê pêk hat.

Bi dehhezaran kesî berê xwe da bajêr û li ahenga cejna Newrozê temaşe kirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv