98 SALIYA PEYMANA LOZANÊ
KURDISTANÎ Û DOSTÊN XWE WÊ SIBÊ BI MEŞEKÊ PEYMANÊ PROTESTO BIKIN
Ev der bajarê Swîsre Lozan e, ku Kurdistan ji aliyê dagirker û hêzên serdest ve lê hat parçekirin.
Beriya 98’an salan Kurdistan bi peymana Lozanê ji aliyê hêzên serdest ve di navbera Tirkiye, Îran, Iraq û Sûrî ve hat par ve kirin.
Bi wesîleya salvegera vê peymanê wê sibê Kurdistanî û dostên xwe meşekê pêk bînin.
Beriya meşê hevalê me yê Rojnamevan Ronî Riha çû avahiya Plas do Rîponê ku Kurdistan lê hatî parçekirin.
Hevserokê civaka demokratîk a Kurd Lozanê Sidki Demir jî derbarê meşa sibê de ji televîzyona me re axivî.
Sidki Demir got, gelê Kurd li dijî vê neheqî û zilmê, timî li ber xwe da û wê li ber xwe bide.
Û bang li tevahiya gelê Kurd kir ku bi berpirsiyariya xwe rabin û beşdarî xwepêşandana sibê bibin.