FORUMA PAŞEROJA TÊKILIYÊN KURD Û EREB
WÊ ROJA YEKŞEMÊ BI BEŞDARIYA GELEK KURD Û EREBAN PÊK WERE
Foruma Kurd û Ereb wê 25’ê Tîrmehê roja yekşemê were lidarxistin.
Rewşenbîr û akademîsyenên Kurd û Ereb pêşengiya forumê dikin.
Forum wê bi saeta dema Qahîre û Brukselê 17:00’an zindî li ser înternetê pêk were.
Ji Kurdan û cîhana Ereb gelek rewşenbîr û akademîsyen beşdarî forumê dibin.
Mijara sereke jî têkoşîna li dijî dagirkeriya Tirk û pêşxistina danustandinên Kurd û Ereb e.
Der barê naveroka forûmê de Sekreterê Giştî yê Kombûna Ereban Jibo Piştgiriya Doza Kurdî Dr. Teysîr Ebdilcebar El-Alûsî ji Rojnewsê re axivî û agahî dan.
Doktor Alûsî destnîşan kir ku ji bo pêkanîna foruma Kurd û Ereb wê bandorek erênî li ser nexşeya siyasî ya herêmê çêbike û got:
Lê ji bo vê yekê pêdivî bi lêhûrbûn û kordîneyeke mezintir heye.
El-Alûsî destnîşan kir ku fikrên Rêber Apo ji bo xurtkirina tifaqa kurd û ereban tije ders û tecrûbe ne, û divê jê sûd were girtin.
El Alûsî der barê Konfederalîzma Demokratîk a ku Rêber Apo pişniyar dike ev nirxandin kir:
Pêşniyarên konfederalîzmê û rêgeza welatîbûyînê di çarçoveya dewletên ne-navendî de ku têde rêz ji rengînbûn û piralîbûnê re tê girtin pergala demokratîk qewîn dikin.
Bi vî rengî wê alozî û pêkanînên rejîmên wekî ya Erdogan bidawî bibin.
Ev jî bi riya diyaloga kûr û çalakbûna helwestên cur bi cur gengaz e.