Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

98 saliya peymana Lozanê: Kurd dixwazin peyman betal be û sitatuya wan a netewî were naskirin

 

98 SALIYA PEYMANA LOZANÊ
KURD DIXWAZIN PEYMAN BETAL BE Û SITATUYA WAN A NETEWÎ WERE NASKIRIN

Piştî 2 salên din, peymana Lozanê 100 saliya xwe tije dike.

Kurd dixwazin ev peyman ku welatê wan kir 4 perçe û hebûna wan a netewî hat înakr kirin, ji binî ve betal be û li ser wekheviya gelan peymaneke nû were mor kirin.

Armanca kurdan ewe ku mafên xwe yên netewî û çandî, bixin bin garantiya peymanên navnetewî.

Lê yek ji aliyên sereke yên vê peymanê, Tirkiye berovajî kurda dixwaze ev peymana di 100 saliya xwe de were nû kirin.

Armanca Tirkiye ewe ku sînorên xwe yên îro berfirehtir bike.

Ji Rojavayê Kurdistanê bigire heta başûrê Kurditanê, Heleb, Musul û Kerkuk jî di nava de, herema Mezopotamyayê tevahî tevlî axa xwe ya fermî bike. Navê vê heremê jî lê kirine sînorên Misak-i Milli.

Ew van armancên xwe dispêrin peyman çile ya 1920.

Dema mirov li dîrokê dinêre, dibîne ku esas peymana ku dê te Kurdistan hat başe kirin û kurd bê sitatu hatin hiştin Konferansa Qahire ye, ku di sala 1921 an de hatibû mor kirin.

Lozan û hemu peymanên din li ser bingeha konferansa Qahireyê pêşketin.

Bi paymana Lozanê re, Komara Tirkiye bi awayekî fermî hatibû nas kirin.

Bi xala 39’an, bi qismî be jî, hin mafên ziman û çandî yên kurdan jî hatibû nas kirin. Lê ev bes li ser kaxizê wisaye. Di pratîkê de ew maf jî ji kurda re nehatiye dayîn.

XIYANETA DÎROKÎ LI KURDAN, PEYMANA LOZANÊ
MEHMET BAYRAK: “DIVÊ KURD CARDIN NEKEVIN DEFIKA TIRKIYÊ”

Dîroknas Mehmet Bayrak jî pêvajoya Lozanê ji bo kurdan weke xiyanet bi nav kir û bang li kurdan ku di arîfeya sedsaliya Peymana Lozanê de baweriya xwe ti car bi sozên dewleta tirk neynin û carekî din nekevin defika wan.

Bayrak bibîrxist ku beriya Lozanê, di destûra bingehîn de, Tirkiye weke dewleta hevbeş ya kurd û tirkan dihat hesibandin û mafên xweseriya kurdan jî hatibû nas kirin.

Lê bi Lozanê re, rêvebirên Tirkiyê xiyanet li kurdan kirin, hemû mafên kurdan înkar kirin, projeya asimilasyonê pêşxistin.

Îro di arîfeya sedsaliya peymanê de daxwazên kurd û tirkan tam berovajiyê hev in.

Xeyala tirkan berfirehkirina serwerî û dagirikeriya heremê ye. Daxwaza kurdan jî bi destxistina azadî û mafên xwe yên netewî ye.

Ev daxwazên dijber ji destpêla sadsalê be di navbera herdu netewan de rê li ber serhildan û şerên bi xwîn vekiriye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv