Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Kurdistan Lezgiyeva: Ûkrayna veguherî qada hovîtiyê

 

KURDISTAN LEZGIYEVA / XWEBÛN
ÛKRAYNA VEGUHERÎ QADA HOVÎTIYÊ

Îro em encamên hilweşîna Sovyetê dibînin. 30 sal piştî hilweşînê pêvajoyên li welatên sînor ên li derdora Rûsyayê gihîştine dawiya xwe ya mantiqî, fîzîkî û dîrokî. Li her derê rewş cuda ye, lê li her derê neyînî ye. Bi berhevdana rewşa jeopolîtîk û civakî‐aborî ya îroyîn a li welatên piştî‐Sovyetê yên dorhêla Rûsyayê, îro û 30 sal berê, mirov dikare xirabiya wê ya cidî destnîşan bike. Bi rastî, her welatekî Sovyeta‐berê xwe di dereceyên cur bi cur ên hilweşîna aborî û nakokiya kûr a îdeolojîk a navxweyî de dît.

Çavdêriyeke bihêz heye ku dibêje tiştên girîng li cîhanê bi rengekî berbiçav guherine. Di payîna pêşîn de, tenê Ukrayna heye. Heya 2018’an rayedarên Kîevê digotin ku ew ji ber gelek sedemên objektîf nikarin “peymanên Minsk”ê pêk bînin. Mînak prosedûra nirxandin û pejirandina qanûnên nû nahêlin ku guhertinên hewceyî makezagona Ukraynayê di nav dema ku ji hêla peymanê ve hatiye destnîşankirin de were kirin. Her çiqas di belgeyê de dîrok tune bûn û hin jî tune ne jî ji derve ve rastiyeke giranbiha ya burokratîk xuya dikir. Ji bo destpêkirina prosedûra venêrînê, divê partiyek an komeke parlamentoyê pêşnûmeqanûnekê amade bike. Lê peyman diyar nake ku divê kî be. Kesek ji hêzên ku li welêt hene bi dilxwazî qebûl nakin ku tiştekî wisa bikin biryar. Ji bo “dîtin, îqna kirin û lihevkirinê” dem hewce dike.

Ger em qala pevçûna leşkerî ya rasterast di navbera Rûsya û Ukrayna de bikin, dê her du alî jî bi hemû hêza xwe hewl bidin ku ji senaryoyeke wisa dûr bisekinin. Ji bo her du aliyan jî encamên pir pêşbînîkirî hene. Ukrayna rûbirûbûna xwe tundtir bike û Rûsya dikare piştgiriya ji bo komaran zêde bike, lê pir nefermî ‐ bêyî ku bibe yek‐ ser beşdarekî vekirî yê pevçûnê. Wek tê xuyakirin vê carê jî wê modelên rûbirûbûnê yên ku berê hatine xebitandin werin bikaranîn. Di salên 2014‐2015’an de, hevsengiya hêzan cuda bû ‐ li Ukraynayê hema hema ar‐ têşeke amadeyî şer tune bû, ji ber vê yekê li başûrê rojhilatê welêt zû têk çû. Niha rewş guheriye ‐ artêşeke welêt heye û di heman demê de hevkariyeke wî heye digel gelek welatên rojavayî, ji Dewletên Yekbûyî ta Tirkiyeyê. Ji ber vê yekê, ne diyar e ku gelo piştgiriya Rûsyayê ya Donbassê dê karibe li hember zêdebûna hêza Ukraynayê bisekine.

Heger Ukrayna di NATO‐yê de neyê qebûl kirin û maf neyê dayîn ku siyaseta hevbendiyê bi rê ve bibe, di mijara “rûbirûbûna Rûsyayê de”, wê hingê Ukrayna wê razî be ku li dijî Rûsyayê tenê di formata paşvexistina êrişa Rûsyayê ya rasterast de şer bike. Heya Rûs tankên xwe li ser sînor nekişînin, şer dê tenê bi peyvan be.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv