TAYÎP TEMEL / WELAT
HÊZÊN PARAMÎLÎTER, KONTRGERÎLA, MAFYA Û ÇETE
Wextê mirov li paşxaneya têkiliyên dewletê û hêzên paramîlîter/kontrgerîla/mafya/çeteyan dinêre mirov dibîne ku ev hêz li gorî bernameya dewletê hatine avakirin û bikaranîn. Ji Komkujiya Ermenan bigire heta êrîş, pogrom û qetlîamên li ser gelê kurd, rûm, elewî û muxalîfan, ev hêz her tim bûne amûrên dewletê û xisareke mezin dane gelan. Loma jî di hişûbîra gelan de ev hêz gelek baş tên zanîn û tu carî nayên jibîrkirin. Hafizeya gelê kurd jî derbarê kar û kiryarên wan ên hovane de gelek zindî ye.
Salên 90’î di dîroka Tirkiyeyê de salên gelek girîng in ku em îro bi encamên wan re rûbirû ne. Bi geşbûna Tevgera Azadiyê û vejîna gelê kurd re û li dor têkiliyên Tirkiye û NATO-Gladioyê konsepteke nû hate destpêkirin ku ew konsept îro di lîteratûrê de wek “Konsepta 93’an” tê pênasekirin. Piştî vê konseptê şerekî taybet hat meşandin; bi hezaran kes hatin kuştin, revandin û windakirin. Bi hezaran gund hatin valakirin, şewitandin, xerabkirin.
Helbet têkiliyên dewlet û hêzên paramîlîter li ser bingeheke aborî tê avakirin. Berdewamkirina vê pergalê jî girêdayî bazirganiya narkotîk, firotina çekan, desteserkirina mal û milkên welatiyan e. Wextê ku ew bazar kesad dibe û lihevnekirin peyda dibin, ew hêz dikevin qirika hevdu û hemû kar û kiryarên xwe yên qirêj aşkera dikin.
Di bin paşxaneyeke wiha de, karekterekî mafyatîk û pêlîstokekî şerê qirêj Sedat Peker, ev 3 hefte ne têkiliyên dewletê û hêzên paramîlîter, mafya û çeteyan bi rêya platformên dîjîtal yek bi yek aşkera dike. Helbet gelê kurd û Tevgera Azadiyê ne bi gotinên Peker, lê bi salan e hay ji vê tenûra gemarî, gendelî û têkiliyên qirêj heye û gelek caran jî ev anîne ziman. Ji bo wê jî tiştên ku Peker dibêje, hemû gotinên berê yên Tevgera Azadiyê piştrast dikin.