Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ahmet Aktaş: Gelo Amerîkayê AKP-MHP ji bernameya xwe derxist?

 

AHMET AKTAŞ / RONAHÎ
GELO AMERÎKAYÊ AKP-MHP JI BERNAMEYA XWE DERXIST ?

Hem li gorî daxuyaniyan, hem li gorî trafika siyasi, bi giranî tê xuyakirin ku DYA,rêveberiya AKP-MHP’ê ji bernameya xwe ya dema nû dûr dihêle. Mînaka şandeyên wan ên erkdar ya vê dema nû, di ser Tirkiyê re diqevêzin, derbasî welatên cîran dibin. Piştî Yewnanistan, Qibris hefteya derbasbûyî şandeya bi serokatiya J.Hood çû Iraqê, Rojava û Libyayê. Her wiha li gel Îranê hewldanên lihevhatinê xurt dibin, lê Tirkiyê li ser masê, di vê bazarê (bernamê) de xuya nake.

Erdogan, li himber vê trafîka berfireh û giring a siyasî bêdeng dimine. Diyar e wê hêzê di xwe de nabîne ku karibe hilwestekê nîşan bide. Lê li dijî Israil karta Islamiyetê derdixe pêş. Belê jibîr dike ku ev karta êdî kevn bûye, DYA pêşî li vê çeka wî ya dînî jî girt; têkiliyê Israil û dewletên Ereban pir bi pêşve xist û hwd. Ew biwêja kurdî çiqas li bejna R.Erdogan û D.Bahçelî tê. Wisa dibêje, “xwedê kesî şaş neke, şaş kir fahş neke, fahş kir berekaş neke”! Li dijî doza gelê Kurdistanê, çi siyaset û planên qirêj da meşandin li ber çava ne. Her wiha hema mirov bala xwe bide qanoxa dawî bi tenê jî, ew ê were dîtin ku Tevgêra Azadiyê, arteşa wî li Heftenîn, Garê, Metîna, Zap, Avaşin û hwd.xistiye çi halî, derbên çendîn giran lê dide!

Li himber vê bêûjdanî û dijmirovahiya wan, gelê Kurdistanê û Tevgêra xwe, li ser doza xwe ya rewa ya mirovahî, aştîxwaz û demokrat ew çawa şaş û fahş û berkaş kiriye, raya giştî dibîne. Ji ber şikestina vê siyaseta xwe ya qirker û dagirker, weke tê dîtin li derve hemû derî, yekoyeko li ber tên girtin. Her wiha li hundur jî ketiye nava aloziyek pir mezin. Êdî desthilatiya wan bi xwe ve; Mafaya’yên AKP û MHP’ê bihev ketine. Şerê dijîtal bi hemû hêza xwe birêve diçe; hemû qirkeriyên hev, dizî, talan, wêran, bê exlaqî û hwd.çi pîsîtî û gemara wan hene radixin meydanê!

Wiha lêhatiye, R.Erdogan nema dikare sererast daxwiyaniyekê jî bide. Tê zanin, berê li himber gotinek biçûk a tal, qebedayîtiya xwe ya Qasimpaşatî bikartanî û qiyamet radikir. Lê nuha weke zarokê bin xwe pîs kiribe û nikaribe rabe ser piya, van sûcdaran, ji ber gunehên/pîsîtiyên xwe yên giran, xwe dûr dihêlin, bêdengiyê ji xwe re bixêr dibînin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv