Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Kurdistan Lezgiyeva: ‘Kulîlkên Kurdistanê: Sakîne, Leyla û Fîdan’

 

KULÎLKÊN KURDISTANÊ: SAKÎNE, LEYLA Û FÎDAN
KURDISTAN LEZGIYEVA / XWEBÛN

Gelek caran em jibîr dikin ji xwe pirs bikin! Gelo ez kî me, ji kê derê hatime, li ku me û çi me? Berî her tiştî ji bo em bikaribin bibin xwediyê wateya jiyan, armanc û xeyalên ku em dijîn û bersiva van pirsan rast bidin, Mirovê Azad pirsa ‘Jin kî ye’ kir. Me Gelekan zêde wate neda vê pirsê û bi dirêjahiya salan re hat jibîrkirin. Lê pişt re me fêm kir ku ev pirs di salên 80’yî de hatiye kirin û bersiva wê jî jinekê daye. Jina ku di rastiya şoreş û wijdanî de biryara exlaqê heqîqetê daye, xwe pir zelal û vekirî di bersiva vê pirsê de pênase kiriye.
(…)

Di dîroka Tevgera Azadiyê de, hevrêyên me yên şehîd, ji bo ku tevger û azadiya gelê Kurd careke din vegere ser van axan, canê xwe bêdudilî feda kirin û bûn pêşengên jiyanê. Heger ew hevalên şehîd bi wê fedekariyê nêzîkî deman nebûna, wê têkoşîna gelê Kurd jî negihîştibûya wê astê ku bibin xwedî jiyaneke mayînde û bi wate.
(…)

Mirovê Azad bi gotina ‘‘Cudahiya bingehîn a ku me ji hemû tevgerên din vediqetîne; ew jiyana xwe di ser îdeolojiyên ku avakirine re dijîn, em jî bîrdoziya xwe li ser jiyana heyî ava dikin’’ bi rastî felsefeya jiyanê ya Tevgera Azadiyê bi zelalî danî holê. Di bingeha jiyana me de jî nirxên bingehîn ên ku şehîdan afirandine hene.
(…)

Belê hevrêyên me Sakîne, Leyla û Fîdan tola me ya ji bo wan, soza bidestxistina azadiyê ye. Weke koka kulîlkên herî xweşik yên di zinarên hişk de şîn dibin. Weke bagereke hişk ku ji deştê ber bi çiyayên bilind ve hildiberize. Bi awayê resen weke bedewiya wan.
(…)

Di çavên her jineke azad de peyvên ku nayên şîrovekirin, tenê tên hîskirin û fêmkirin, tim hezkirina mirovan di dilê xwe de vedihewandin. Ew çavên xwe bi fikir û ramanên Mirovê Azad ji hemû qirêjiyan diparêze, her tim xwe pak û paqij dike. Bila her kes bi çavên jinên azad li cîhan, jiyan û mirovan meyze bike. Wê demê peyv dê xwe bi wateyan bixemlîne. Wê demê dê her tişt cihê xwe bigire.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv