Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Roza Metîna: ‘Perspektîfa jiyana azad: Sêvê, Pakîze û Fatma’

 

PERSPEKTÎFA JIYANA AZAD: SÊVÊ, PAKÎZE Û FATMA
ROZA METÎNA / NEWAYA JIN

Her gel xwediyê mafê tayînkirina qedera xwe ye. Lê belê gelê Kurd bi salan e bi zextan tê xwestin ku ji vî mafê xwe bêpar bê hiştin. Lewma jî li dijî êrişên li ser dengê wijdanê civakî û nasnameyên cuda gelê Kurd her dem têkoşiyaye. Bi van êrişan ve girêdayî di 24’ê Tîrmeha 2015’an de dewleta tirk dema êrişî Qadên Parastinê yên Medyayê kir, di heman demê de êriş bir ser serhildana Rêveberiya Xweser a Demokratîk a di Tebaxa 2015’an de dest pê kir. Ev êrişên tunekirinê yên li dijî îradeya Kurdan bû. Gelê Kurd bi rihê serhildan û seferberiyê bersiv da van êrişan û gelek qehremanan di vê rêyê de jiyana xwe ji dest dan.

Gelek ciwan beşdarî eniya serhildana Rêveberiya Xweser a Demokratîk bûn û li dijî hişmendiya yekperest derketin. Di wê serdemê de Endama Meclîsa DBP’ê Sêvê Demîr, Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyê Pakîze Nayir û aktivîsta KJA’yê Fatma Uyar jî di 4’ê Çileya 2016’an de di dema qedexeya derketina derve de hatin qetilkirin.

Siyasetmedarên jin ên di heman demê de ji bo nirxên mirovatiyê xebat dikirin dema dixwazin ji kuçeya Karşiyakayê derbasî kuçeya Yeşilyurtê bibin gule li ser wan tê reşandin. Jinên wekî her carê li dijî neheqiyê serî natewînin vê carê jî bûbûn hedefa yekem. Di heman demê de perspektîfa jiyana azad a Sêvê, Pakîze û Fatma jî bûbû hedef.
(…)

Sêvê, Pakîze û Fatma ji bo alîkariya gel çûbûn Cizîrê. Lê belê hatin qetilkirin û heta niha kujerên wan jî nehatine darizandin. Edalet û hiqûqa ku li vî welatî pere nake dîsa bû sedema qetilkirina sê jinên têkoşer. Wan bi salan di nava xebatên jinan de cihê xwe girtin û serî li hemberî zîhniyeta baviksalar û sîstema yekperest netewandin. Lewma di girtîgehan de hatin girtin û îşkence li wan hat kirin. Lê belê dîsa jî heta jiyana xwe ji dest dan, têkoşiyan. Bi têkoşînê jiyana xwe ji dest dan û gelek dayikan navê Sêvê, Pakîze û Fatma li zarokên xwe kirin. Wan li dû xwe berxwedaneke mayinde hiştin. Sekna wan a xurt di heman demê de li dijî bêdengiya cîhanê ya li hember zilm û zordestiya li ser gelê kurd bû.
(…)

Hedefgitina her sê jinên siyasetmedar hedefgirtina îrade û berxwedana gelê Kurd bû. Mîna Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan ên di 9’ê Çileya 2013’an de li Parisê hatin qetilkirin, Sêvê, Pakîze û Fatma jî hatin qetilkirin. Ev ne tesaduf e. Di şexsê jinê de kevneşopiya têkoşîna gelê kurd a bi salan hat hedefgirtin. Ji ber ku jinên têkoşer her dem çavkaniya hêzê û bingeha referansa civakî ne.
(…)

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv