Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Felemez Ûlûg: ‘Peymana 9’ê Cotmehê li ser Mexmûrê ferz dikin’

 

PEYMANA 9’Ê COTMEHÊ LI SER MEXMÛRÊ FERZ DIKIN
FELEMEZ ULUG / XWEBÛN

Di sala 1993‐94’an de ji bakurê Kurditanê bi hezaran kes, ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk ji neçarî koçî başûrê Kurdistanê kirin. Ev kes bi rêzê li wargehên Bihêrê, Şeraniş, Bêrsîvê, Geliyê Qiyametê, Etrûş, Nînova û Nehdaran man. Koçberên ji bakûrê Kurdistanê piştî rêwitiyeke zor û zahmet sala 1998’an li quntara çiyayê Qereçox ê li navçeya Mexmûrê bi cih bûn.

Wargeha ku nêzî 12 hezar kes lê dimînin, ji roja hatiye avakirin û heya niha her tim di bin gefên dewleta tirk de bûye. Tevî ku wargeha Mexmûrê bi awayekî fermî ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hatiye qebûl kirin û hîna jî di bin sîwana NY de ye, gef û êrîşên li ser wargehê kêm nebûne. Dewleta tirk ji bo vê wargehê vala bike di warê siyasî, leşkerî û îstixbarî de bi hêzên herêmê re di nav hevkariyê de ye.

Di 17’ê Tîrmeha 2019’an de li restorana bi navê Hoqqabaz a li Hewlêrê, berpirsyarê MÎT’a tirk Osman Kose hat kuştin. Rêvebiriya PDK’ê di heman rojê de ambargo danî ser wargehê û rê li çûn û hatinê girt. Di roja 18’ê Tîrmehê de wargeh careke din bû hedefa balafirên artêşa tirk.

Di bin çavdêriya Nûnera Taybet a Sekretera Giştî yê NY li Iraqê Jeanine Hennis Plasschaert de, 9’ê cotmeha 2020’î di navbera dewleta tirk, PDK û hikûmeta Iraqê de peymanek hat îmzekirin.

Li gorî peymanê divê hêzên Iraqê têkevin Şengalê û wargeha Mexmûrê, saziyên li vir bi destê hêzên Iraqê bên birêvebirin. Di çarçoveya vê peymanê de zextên li ser wargeha Memxûrê ya di bin dorpêçeke giran de zêdetir bûn.

Ji bo vê rewşê nîqaş bike şendeyek ji nûnerên wargehê çû Bexdayê û bi rayedarên Iraqê yên di asta bilind re civiyan. Piştî şandeya wargehê, ji Bexdayê heyeteke berfireh serdana wargehê dike û ji nêz ve rewşa xelkê Mexmûrê şopand.

Li gor daxuyaniyên hevserokê Meclîsa Gel a Mexmûrê şandeya Bexdayê a ji nûnerên 7 wezaretan, 24’ê mijdara 2021’ê çû serdana wargehê.

Şandeya Iraqê li ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li wargehê, bi nûnerên wargehê re civiya.
(…)

Piştî hevdîtinan, şandeya Bexdayê li nava wergehê digere û rewşa xelkê wargehê ji nêz ve dişopîne. Di encama hevdîtin û çavdêriyên xwe de şande dixwaze nûfûsa wargehê bê hejmartin. Li gorî sozên rayedarên Iraqê, piştî hejmartinê wê alîkariyên weke erzaq, pêwîstiyên ji bo dibistan, şaredariyê û xizmetguzariya wargehê bihata kirin.

Piştî şande ji wargehê vediqete bi demekê hêzên Iraqê di 27’ê Kanûnê de xwestin hawirdora wargeha penaberan a Mexmûrê têl bikin.

Di hevdîtinên ku hatibûn kirin de ev mijar nehatibû rojevê. Ev ji bo gelê wargehê dihat wateya ku ambargoya heyî derbasî qonaxek hîn metirsîdar bibe. Bi berteknîşana gelê wargehê hêzên Iraqê gav paş ve avêtin. Lê ev nayê wateya xetereya li ser wargehê bi dawî bûye.
(…)

Xelkê wargehê yê ku ev zêdetirî 27 sal e li hemberî hemû cure zextan li berxwe daye li hemberî vê ferzkirinê jî serî ne tewand û xwedî li îradeya xwe derket.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv