Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Kampanya Înîsyatîfa Navnetewî ya Edalet ji bo Kurdan dewam dike

 

“PKK’Ê JI LÎSTEYA TERORÊ DERXIN”
KAMPANYA ÎNÎSIYATÎFA NAVNETEWÎ YA EDALET JI BO KURDAN DEWAM DIKE

Kampanya bila PKK ji lîsteya terorê were derxistin dewam dike.

Înîsiyafita Navnetewî ya Edalet ji bo Kurdan di despêka meha kanûna 2021’ê de kampanya ji bo îmzeyê vekiribû.

Armanc bi komkirina bi milyonan îmzeyan ew e, ku zext li Amerîka û yekitiya Ewrûpayê bê kirin, ku dawî li neheqî û zilma li kurdan tê kirin were anîn.

Ji rojnameya yenî Ozgur Polîtîkayê Bariş Balseçer bi rewşenbîr, nivîskar, akademîsyenan re der barê kampanyaya înîsiyatîfê de axiviye.

Rojnamevan Patrizia Montesanti ji Îtalyayê ye dibêje; nabe ku esareta lîderekî Kurdan were qebûlkirin.

Dixwaze Rêber Apo bi fizîkî azad bibe û PKK jî ji lîsteya terorê were derxistin.

Montesanti ji bo PKK’ê jî dibêje: PKK hêza xweparastinê ya gelê kurd e.

Derhênerê îtalyan Manolo Luppichini jî îşaret bi êrişên dagirkeriya tirk dike û dibêje:

Gelê kurd li ber çavê hemû dinyayê bi êrişên qirrkirinê re rû bi rû ma.

PKK li dijî van êrişan gelê kurd diparêze. PKK rêxistineke welê ye ku rûmeta mirovahiyê diparêze. Nabe ku di lîsteya terorê de were ragirtin.

Rajaa İbnou Quounain ji xelkê berberî Amazîgha ye û dibêje, PKK tevgereke şoreşger e û ji bo ji lîsteyê bê derxistin, divê her kes têbikoşe.

Der barê Rêber Apo de jî Raja dibêje: Ocalan yek ji wan lîderên herî girîng ê vî zemanî ye. Ocalan ji bo rizgariya gelan têdikoşe û pêşengiyê dike.

Sofia Gabasino li Romayê xwendekara beşa siyasetê ye.

Ew jî dixwaze ku kesên ji bo azadiyê têdikoşîn paradîgmaya Rêber Apo hîn bibin û dibêje, wê ev me bibe serketinê.

Seroka Komela Dostaniya Kurdan a Fransayê Sylvie Jan jî destnîşan dike ku çareseriya doza kurdî pirsgirêka hemû mirovahiyê ye û dixwaze ji bo çareseriyê qedexeya li ser PKK’ê were rakirin.

Nathalia Benavides a ji arjantînê ku di keştiya azadiyê ya ji bo Rêber Apo de cih girt dibêje; Esareta Ocalan sûcekî mezin e. Divê derhal bi awayekî fizîkî azad bibe.

Akademîsyena ji Uruguayê Maria Florencia Guarche jî diyar dike ku Rêber Apo ji bo şoreşgerên têkoşîna azadiyê dikin weke tîrêjê ye û ji ber vê yekê azadiya wî dixwaze.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv