ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK LI RÛSYAYÊ HATIN PROTESTOKIRIN
KURDÊN LI MOSKOWÊ LI DIJÎ ÊRIŞÊN DAGIRKERIYÊ LI HEV CIVIYAN
Kurdên li Rûsyayê dijîn bi çalakî û daxuyaniyan nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk a dagirker dan.
Li peytextê Federasyona Rûsya Moskowê di pêşengiya Yekîtiya Saziyên Civakî Kurd a Newnetewî endam û nûnerên rêxistinên Kurd li hev civiyan.
Di civîna ku li avahiya Mala Kurda hat lidarxistin de li ser navê saziyên Kurd ên Rûsyayê Serokê Yekîtiya Saziyên Civakî ya Kurd a Navnetewî Arîf Azmanî axifî.
Azmanî di axaftina xwe de bal kişand ser êrişkariya dewleta tirk.
ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK LI RÛSYAYÊ HATIN PROTESTOKIRIN
KURDISTANIYÊN LI SARATOVÊ ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK PROTESTO KIRIN
Kurdên li navça Dergaçî ya bajarê Saratovê jî bi çalakiyekê ve bal kişandin ser êrişên dagirkeryê yên dewleta tirk.
Di çalakiyê de li ser navê Kurdên li navçeya Dergaçiyê endamên Meclîsa Gel Îsmaîl Yûsûbov axifî.
Îsmaîl Yûsûbov di axaftina xwe de da diyarkirin ku ev êrişên dewleta tirk bi tecrîda li ser rêber Apo ve girêdayî ye.