GENDELÎ Û DIZIYÊN QEYÛMÊ DAGIRKER Ê MÊRDÎNÊ
PIŞTÎ MIZGEFT Û DIBISTANÊ, NIHA JÎ ERDÊN ŞAREDARIYÊ DIFIROŞE
Dagirkerê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, ji roja şaredarî desteser kiriye û pê ve, bi dizî, sextekarî, bêrêhî û xirab-birkaranîna butçeyê derdikeve pêş.
Qeyûm û mirovên wî derfet ango butçeya xelkê Mêrdînê, ji bo polîs, artêş û saziyên dewletê bi kar tînin.
Tevî dizî û sextekariyan, hebûnên Şaredariyê jî difiroşin û pêşkeşî rêveberên AKP’ê dikin.
Di meha çilê de mizgefta Sadik Yay û Dibistana Navîn a Kocatepe firotibûn wezareta Xezîne û Maliyeyê..
Niha jî ji Ajansa mezopotamya Ahmet Kanbal gendeliyeke din a qeyûm derxist holê.
Li gorî nûçeyê, qeyûmê dagirker arsayeke şaredariyê ya li taxa Nûrê ku 12 hezar û 894 metre kare ye, di berdêla deynan de, firot Xezîne û Maliyeyê.