BERXWEDANA DÎROKÎ YA LI ZAP, METÎNA Û AVAŞÎNÊ
GERÎLAYÊN YJA-STAR’Ê: BI RUHÊ GARÊ EM Ê RÊ NEDIN DAGIRKERAN
Gerîlayên YJA-Star û HPG’ê ji 23ê Nîsanê ve li Avaşîn, Zap û Metînayê li dijî artêşa tirk a dagirker berxwedaneke mezin raber dikin.
Artêşa Tirk a 3. artêşa mezin a NATO’yê ye derbên giran ji gerîlayan dixwin.
Gerîlayên YJA-Starê ên li herêmên Parastina Medyayê berxwedana gerîlayan a li dijî van êrişan nirxandin.
Şoreşgera jin Rojbîn Berfîn Can serkeftin û berxwedana gerîlayan a li Garê bibîrxist.
Gerîla Berfîn diyar kir, ku ewê terzê şehîd Rustem û Esmer ku di cenga Heftanînê de raberkirin ji xwe re esas bigirin û ev bang li gelê Kurd kir.
Jina şoreşger Viyan Egîd jî biryardariya xwe ya têkoşînê wiha anî ziman.
Şervana YJA-STAR’ê Serhildan Can jî got, çawa xeyalê Erdogan li Garê têk çû wê li Zap, Avaşîn û Metîna jî têk biçe.