Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HPG: Li Dersimê 2 dagirker hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn

 

GERÎLA BI PÊNGAVA “DEMA AZADIYÊ YE” LI ARTÊŞA TIRK DIXE
HPG: LI DERSIMÊ 2 DAGIRKER HATIN KUŞTIN 3 JÎ BIRÎNDAR BÛN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê eşkere kir, ku ji Dersimê heta Metîna gerîlayan li artêşa dewleta Tirk a dagirker dane.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku gerîla bi Pêngava Dem Dema Azadiyê ye li artêşa Tirk xistiye.

Li gorî daxuyaniyê:

9’ê Gulanê li qada Derekoy a navça Dersimê Xozatê hêzên gerîla yekîneyên artêşa Tirk xistin kontrola xwe.

Û danê nîvro du yekîne bi awayekî hemwext kirin hedef.

Gerîlayan ji nêz ve li yekîneyên dagirkeran dan.

Di her du çalakiyan de 2 eskerên Tirk hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

HPG’ê ragihand, ku ev çalakî ji bo fermandarên nemir Zîn Avesta û Yilmaz Dersim hatine lidarxistin.

9 û 10’ê Gulanê Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal dagirkerên li ser Girê Zendûra yê Metîna kirin hedef.

Gerîlayan bi awayekî serketî li hedefên xwe dan.

PÊNGAVA CENGA XABÛRÊ
HPG: LI METÎNA 6 DAGIRKER HATIN KUŞTIN Û 2 GERÎLA ŞEHÎD BÛN

Bi Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê.

9’ê Gulanê eskerên artêşa Tirk li ser Girê Şehîd Çiya yê li qada Derarê ya Metînayê hewl dan daran bibirin.

Gerîlayan bi ser dagirkeran de girtin, bi bombeyên destan û çekên ferdî ji nêz ve li wan dan.

Di çalakiyê de 6 dagirker hatin kuştin.

Gerîlayên bi navê Çekdar û Kûrtay bi canbexşane çûn ser cenazeyên eskerên Tirk û dema xwestin sîlehan rakin, ketin şerekî giran.

Her du gerîla jî bi lehengî şer kirin û şehîd bûn.

Di vê çalakiyê de 6 dagirker hatin kuştin, lê hejmara birîndarên artêşa Tirk jî zêde ye.

ÊRIŞÊN DAGIRKERIYA TIRK
HPG: LI GARÊ GERÎLA ÇIYA DI BOMBERDIMANÊ DE ŞEHÎD BÛ

9’ê Gulanê balafirên şer 7 caran bejahiya gundê Şikeftiya yê li qada Meyrokê ya Garê bombe kirin.

Di vê bomberdimanê de gerîlayê bi navê Çiya şehîd bû û wê paşê nasnameya wî bê ragihandin.

HPG’ê her wiha ragihandin, ku 9 û 10’ê Gulanê dewleta Tirk bi balafir, helîkopter û hawanan qadên Kêste, Derarê, Girê Zendûra, Zendûraya Mezin ên Metîna, qadên Mamreşo, Şûkê, Mervanos ên Avaşînû û qada Karker a Zapê bombe kirine.

Di êrişan de ti zirar li gerîlayan nebûye.

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv