Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Nisêbînê bazirganiya madeyên hişbir: Di hedefa dewletê de malbatên welatparêz hene

 

LI NISÊBÎNÊ BAZIRGANIYA MADEYÊN HIŞBIR
DI HEDEFA DEWLETÊ DE MALBATÊN WELATPARÊZ HENE

Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê dema pêvajoya Rêveberiyên Xweser a di navbera salên 2015-2016 de ji ber qedexeya derketina derve li bajêr şerekî dijwar qewimî bû.

Dewleta tirk piştî têkçûna xwe ya li Nisêbînê ji bo civakê bixîne vê carê serî li rê û rêbazên cuda da.

Yek ji wan rêbazan jî firotan madeyên hişbir e.

Tevî ku di ketin û derketina bajêr de noqteyên polîsan heye jî bi rehetî bazirganiya vî karî tê kirin.

Herî zêde jî li qolana ûçyolê a Nisêbîne di saetên nîvrojê de li ber çavên herkesî madeyên hişbirê tê firotin.

Li gorî agahiyan di nava vê bazirganiya hişbirê de Nûnertiya Komeleya Ak Ocaklarê cîh digire.

Gelê Nisêbînê jî vê komeleyê weke Ocaxên Osmaniyan bi nav dikin.

Ciwaneke ku ketiye vê xefka madeyên hişbir ji ajansa Mezopotamya re axivî.

Ajansa Mezopotamya a ji ber ewlehiya canê wê bi navê Remzî dide naskirin derbarê madeyên hişbir û kesên ku vî karî dikin de agahiya dide.

Remzî diyar kir ku bi navê qod ‘Amca’ Omer Û. bi qodê ‘AXA’ Kemal U. û li taxa Kişlayê jî bi qodê ‘Başkan’ Serhat A. vî karî dikin û ev kes endamên Ak Ocaqlarê ne.

Remzî daxuyakirin ku ev kes ji komeleya Ak Ocaqlarê pere digirin û armanca wan jî di serî de malbatên welatparêzin û wiha dewam kir.

Herî dawî Remzî bang li hemû ciwanan kir ku li dijî van kesan baldar bin û nekevin xefka wan.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv