Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Kurdên li Kazakîstanê dixwazin wek Maxmûrê zimanê xwe biparêzin

Li Kazakîstanê ku derdora 6 hezar Kurd lê hene, di pergala perwerdeyê dersên zimanê Kurdî jî tên dayîn. Kurdên ku bi dehan salan beriya niha koçî vî welatî bûne, dixwazin zimanê xwe biparêzin. Mamoste Ruslan Dewrêşov got: “Malbatên bi kêfxweşî zarokên xwe rêdikin perwerda Kurdî. Em jî dixwazin di pêşerojê de wek Wargeha Mexmûrê zimanê xwe baş fêrbibin û biparêzin.”

Kurdên ku ji ber zordariya dewleta Tirk koçî gelek welatan kirine, li Kazakîstanê jî bicîh bûne. Ji sala 1926’an ve gelek Kurdên ji Bakûrê Kurdistanê koçî Naxçîvana di nava sînorên Yekîtiya Sovyetên Sosyalîste de herêma xweser bû, kirin. Lê di sala 1937’an de ji aliyê rêveberiya sovyetê ve sirgunî Kazakîstanê ku ew jî wê demê di nava sînorên Sovyetê de bû, kirin. Li gorî zanyariyan niha derdora 6 hezar Kurd li bajarên cuda yên Kazakîstanê dijîn.

Li 16 gundan dersa Kurdî tê dayîn

Di nava demê de Kurdan hewl dane ku ziman û çanda xwe biparêzin û hewl dane li gorî derfetan perwerde bibînin. Lê di sala 2000’î de ji dewletê daxwaz kiriye ku zimanê Kurdî jî di nava pergala perwerdeyê de cîh bigire û dersên Kurdî werin dayîn. Di heman salê de ev daxwaza wan hatiye qebûlkirin û li 16 gundên ku Kurd lê dijîn dest bi dayîna dersa zimanê Kurdî hatiye kirin. Ders li dibistanên dewletê wekî dersa bijarte tê dayîn û meaşên mamosteyên Kurdî ji aliyê dewletê ve tên dayîn.

Piştî qebûlkirina dersa zimanê Kurdî, êdî malbatên Kurd jî zarokên xwe şandine vê perwerdeyê. Mamosteyên ziman jî, Kurd in.

Ruslan Dewrêşov li Herêma Cambûl a Kazakîstanê dersa zimanê Kurdî dide, yek ji van mamosteyan e. Mamosta Ruslan Derwêşov bi eslê xwe ji bajarê Wanê yê Bakûrê Kurdistanê ye û di sala 1996’an de hatiye Kazakîstanê. Ruslan têkildarî perwerdeya zimanê Kurdî ji Rojnews re axivî.

Ruslan Dewrêşov da zanîn ku nêzikatiya dewleta Kazakîstanê li beramberî Kurdan başe, nûnerek Kurdan jî di parlamentoyê de cîh digire. Ruslan diyar kir ku li Kazakîstanê dema rêjeyek mezin ya kêmneteweyan hebe, wê demê destdûra perwerdeya zimanê wan tê dayîn û ji bo Kurdan jî bi vî rengî destur hatiye dayîn.

‘Di pirtûkan de rastî û dîroka Kurdan hemû tên nivîsandin’

Mamoste Ruslan Dewrêşov, da zanîn ku ji dema ew hatiye Kazakîstanê heta niha perwerdeya zimanê Kurdî tê dayîn û wiha dom kir: “Lê di salên destpêkê de pirtûkên Kurdî nebûn. Ji ber wê me zehmetî dikişand. Piştî ku Sovyet rûxiya, li Kazakîstanê Profesorekî Kurd bi navê Kinyas Îbrahîm ku bi nav û denge, ji bo zarokan pirtîkên Kurdî çêkirin. Di pirtûkan de rastî û dîroka Kurdan hemû tên nivîsandin. Bi destûrdayîna dewleta Kazakîstanê ev pirtûk hatin çapkirin û belavkirin.”

Ruslan Dewrêşov destnîşan kir ku ew li gundê Qasqabûlaq dijî û li vî gundî nêzî 30 mamoste dersên bi zimanê Rusî, Îngîlîzî, Kazaxî û Kurdî didin. Ruslan Dewrêşov da zanîn ku rêveberê dibistanê jî Kurde û bi alîkariya înternet û pirtûkên heyî, zarokan perwerde dikin.

‘Em zarokan bi Kurdewarî perwerde dikin’

Ruslan Dewrêşov destnîşan kir ku ew di dersan de navên lawiran, xwezayê û tiştên Kurdewarî fêrî xwendekaran dikin, malbat jî bi keyfxweşî zarokên xwe dişînin û wiha pê de çû: “Zarokên me jî bi heman coş û kêfxweşiyê tên dibistanê. Bi Kurdî xwe perwerde dikin û çanda xwe jibîr nakin. Wek mamoste me tevan zimanê Kurdî ne xwendiye, me jî bi zimanê Kazakî û Rusî xwendiye û em xwe hem fêrî Kurdî dikin, hem jî zarokan fêr dikin. Berê 300 xwendevanên me hebûn, lê niha mane 115 xwendekar hene. Ji ber bêkariyê malbat ji gund diçin bajaran, lê li bajaran jî zimanê Kurdî heye.”

‘Zarokên Mexmûrê bi şansin ku zimanê xwe dixwînin’

Ruslan di dirêjiya axaftina xwe de bal kişand ser perwerdeya zimanê Kurdî ya li Wargeha Penaberan a Mexmûrê û wiha pêde çû; “Em gelek kêfxweş bûne ku li Mexmûrê zimanê Kurdî heye. Me çend vîdeo derheqê wargehê de dîtin û em pir kêfxweş bûn ku zimanê Kurdî li wir tê parastin. Li Wargeha Mexmûrê waneyên kîmya, fîzîk, biyolojî û hwd. bi Kurdî tên dayîn, zarokên Mexmûrê pir bi şansin ku bi zimanê xwe dixwînin. Em jî dixwazin di pêşerojê de weke Mexmûrê zimanê xwe baş fêr bibin û biparêzin. Em jî dixwazin wek mamostayên Mexmûrê pêş bikevin û zarokan perwerde bikin. Pêwsîte her Kurd bizane ku zimanê me baştir û xweştire.”

‘Emê bibin yek û bi yekîtiyê welatê xwe rizgar bikin’

Mamosta Ruslan Dewrêşov di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî ciwanan kir da ku xwedî li zimanê xwe derbikevin û got: “Bang li tevahî malbatan dikim zarokên xwe ferî Kurdî bikin û di mala xwe de jî zimanê xwe baxivin. Hêvî û daxwaza me ewe ku em tevahî Kurd bibin yek û bi yekîtiya xwe welatê xwe rizgar bikin.”

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv