Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Jinên Mexmûrê bi berhemên xwe aboriyê geş dikin

 

Li wargeha Mexmûrê Komîteya Aborî ya Meclîsa Gel xebatên xwe fireh dike. 3 Jinên Wargeha Mexmûrê di bin sêwana Komiteya Aborî ya Meclîsa Gel de tirşî çêdikin, li bazarê difroşin û malbata xwe xwedî dikin.

Di havîna derbasbûyî de Komîteya Aborî ya Mexmûrê pirojeya çêkirina tirşiyê ya bi navê Tirşiya Roj da destpêkirin. Divê pirojeyê de sê jinên ciwan yên wargehê cih girtin. Di demsala havînê de jinan dest bi amadekariya çêkirina tirşiyê kirin. Amadekariyên çêkirina tirşiyan demsala payîzê bi dawî bû û niha daxistine bazarê. Nûrcan Urek di destpêka axaftina xwe de qala pirojeya tirşî û pêvajoya çêkirina tirşiyê kir û wiha got “Me li ser daxwaza Komîta Aborî ya di bin sêwana Meclîsa Gel de dest bi çêkirina tirşiyê kir. Em sê jin niha vî karî dikin, wek her karekê zehmetiyên vî karî jî hene. Lê dema mirov bi heskirin, xwestek karê xwe bike û encamak baş jî jê bigire, di dawî de ew zehmetiyên hatî jiyan kirin tê jibîr kirin. Niha em her sê jin merheleya yekem a tirşiyê çêdikin. Dema tirşiya me hat ecibandin û ji derve daxwaz hate kirin, emê endamên xwe zêde bikin. Armanca me ne tenê dabin kirina tirşiya di nava wargehê de ye, em dixwezin tirşiya xwe rêbikin ji derveyî wargehê jî.”

Nûrcan Urek di axaftina xwe de bang li jinên wargehê kir ku pêwîste jin di nava hemû karan de cih bigire û rengê jinê di wargehê de derxe pêş û wiha anî ziman: “Jinên wargehê di aliyê keda dest de xwedî tecrûbene û li pêşin. Ji bo ku keda xwe bikin malê civakê, divê hewildan we re dayîn. Me sê hevalên jin karî karê tîrşî bikin, hinek din dikarin Helaw, Penîr, dimsa firengî û gelek tiştên din jî çêbikin. Jin ji bo bikaribin hem ji bo xwe hem jî ji bo gelê wargehê bibin alîkar, divê di hemû karan de cih bigirin. Dema min dest bi vî karî kir, min tiştek ne dizanî. Niha ez dikarim hem karê xwe bikim, hem çêkirina tirşiyê fêrî hindek din jî bikim.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv