Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HPG’ê bîlançoya 6 mehan eşkere kir: 670 dagirker hatin cezakirin

HPG’ê bîlançoya şer a 6 mehan a li eyaletên Avaşîn, Metîna û Zapê eşkere kir. Li gorî vê yekê 599 çalakî hatin lidarxistin, 670 dagirker hatin cezakirin. Artêşa Tirk a dagirker jî 323 caran bi çekên kîmyewî êriş kir.

Navenda Ragihandin û Şapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya şerê 6 mehan ên li eyaletên Avaşîn, Metîna û Zapê eşkere kir. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin.

“Di çarçoveya Pêngavên Şoreşgerî yên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê de, li eyaletên me yên Avaşîn, Metîna û Zapê, şer û berxwedaneke destanî heye ku şeş meh li pey xwe hişt û kete meha heftan. Ev pêvajoya şer ku her kêliya wê bi berxwedaneke xurt û ruhekî bilind ê Apoyî tê meşandin, hîn jî dewam dike û encamên gelekî girîng ên dîrokî afirandiye.

Encamên bîlançoya şerê 6 mehan nîşaneya şênber û berbiçav a wê yekê ye ku dewleta Tirk nekarî plana xwe pêk bîne û di vê êrişê de têk çû. Li gel çekên pêşketî yên serdemê tevî ku çekên kîmyewî jî tên bikaranîn û PDK bi rê û rêbazên cuda hêzên gerîla mijûl dike jî, rejîma AKP-MHP’ê li Avaşîn, Metîna û Zapê encama ku dixwest ji êrişan bi dest nexist û têk çû. Têkçûna li vê derê bi qasî têkoşîna li Garê misoger e. Lê belê rejîma AKP-MHP’ê bi hewldaneke mezin hewl dide raya giştî bi vê têkçûnê nehese. Tevî ku çekên kîmyewî jî bi kar tîne, ku rûreşiya mirovahiyê ye, nekarî xwe ji têkçûnê rizgar bike. Lewma, bêencammana rejîma AKP-MHP’ê ya li hemberî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, kir ku krîza li nava sîstemê girantir bibe.

BI QASÎ KU HATE TESPÎTKIRIN 323 ÊRIŞÊN BI ÇEKÊN KÎMYEWÎ HATIN KIRIN

Yek ji aliyên herî girîng ê êrişa dijmin ku 23’ê Nîsanê dest pê kir, bikaranîna çekên kîmyewî ye. Ya rast dewleta Tirk hîn di Sibata 2021’ê de ji bo têkçûna xwe ya li Garê binixumîne çekên kîmyewî bi kar anî û 6 hevrêyên me şehîd xist. Piştî ku hêzên me yên gerîla ji 23’ê Nîsanê û vir ve her cûre êrişên artêşa Tirk ên ji bejahî û hewayî bi taktîkên gerîla yên serdema nû pûç kirin, artêşa Tirk giranî danî ser bikaranîna çekên kîmyewî. Bi qasî ku hêzên me tespît kir, di nava şeş mehan de 323 caran êrişên bi çekên kîmyewî li dijî wan hate kirin, lê hejmara giştî ji vê yekê qat bi qat zêdetir e.

Di bîlançoya şerê şeş mehan de li eyaletên me yên Avaşîn, Metîna û Zapê 101 hevrêyên me şehîd bûn. Ji 101 hevrêyên me 32 hevrê bi êrişên çekên kîmyewî şehîd bûn. Tevî 6 hevrêyên me yên ku Sibata 2021’ê li Garê şehîd bûn, di nava vê salê de 38 hevrêyên me ji ber êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî şehîd bûn.

Êrişên ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hatin kirin;

– Artêşa Tirk a dagirker ku li pêşberî berxwedana gerîla derbên giran xwar û nekarî encamê werbigire, ji hewayî û bejahî ve her roj bombardûmaneke giran li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê kir. Ne tenê li Herêmên Parastinê yên Medyayê her wiha bombe li gelek wargeh, bax, baxçe, gund û wesayitên li Bakurê Kurdistanê barand. Ji ber van êrişan xisareke mezin a madî li xelkê me yê Başûrê Kurdistanê bû. Her wiha ji xelkê me yê Başûrê Kurdistane ji ber van êrişan şehadet çêbû.

– Artêşa Tirk a dagirker ku tevî vê bombardûmana giran nekarî encamê bi dest bixe, ji ber bêdengiya raya giştî û dewletên navneteweyî û saziyên pêwendîdar, giranî da ser bikaranîna çekên kîmyewî ku ev yek sûcê li dijî mirovahiyê ye, sûcê şer e. Di pêvajoya şeş mehan de li dijî çeper û tunelên şer bi giştî 323 caran çekên kîmyewî û gazên jehrî hatin bikaranîn. Tevî van hemûyan jî artêşa Tirk a faşîst nekarî encamê bi dest bixe. Di mehên Îlon û Cotmehê de jî dest bi bikaranîna bombeyên kîmyewî yên bi cûreyeke nû kir, ku dibe sedema xisareke mezin.

– Leşkerê bi peyman ê artêşa Tirk Sezaî Gungor dema ku dixwest xwe teslîmî hêzên me yên gerîla bike, ji aliyê leşkerên Tirk ve hate kuştin.

Çalakiyên ku ji aliyê hêzên me ve hatin lidarxistin:

– Çalakiyeke serdegirtinê
– 2 çalakiyên kemîndanînê
– 12 çalakiyên xweberdana nava dijmin
– 39 çalakiyên hêzên parastinê yên hewayî
– 44 çalakiyên koordîneyî û hevdem ên gerîla
– 54 çalakiyên sekvaniyê
– 63 çalakiyên derblêdanê
– 91 çalakiyên êrişê
– 98 çalakiyên sabotajê
– 132 çalakiyên bi çekên giran
– 63 caran li dijmin hate xwestin ku hewl dida bi pêş ve bê
– Bi giştî 599 caran çalakiyên gerîla hatin lidarxistin.

Encamên çalakiyên hêzên me;

– 5 kontra, 665 leşker û çete bi giştî 670 dagirker hatin cezakirin.
– 96 dagirker birîndar bûn

Amûrên leşkerî yên ku hêzên me ji ser dijmin rakirin;

– Cîhazeke ragihandinê ya bêtêl
– Çekek MPT
– Çekek bombeavêj
– Çekek B7 (Bîsîvîng)
– Dûrbînek rojê
– Dûrbînek termal
– Dedektorek mayinê
– 2 dûrbînên çekê
– 2 çekên BKC
– 2 Drone
– 2 wênekêş
– 6 çenteyên leşkerî
– Bi tonan teqemenî
– Kunyeyên leşkeran
– Gelek alavên leşkerî

Alavên leşkerî yên ji aliyê hêzên me ve hatin îmhakirin;

– Wesayiteke leşkerî ya bi tîpa transît
– Kepçeyek mezin
– Wesayitek bi palet a ji dûr ve tê kontrolkirin
– 2 amûrên leşkerî yên normal
– 4 wesayitên bi tîpa Reo
– 4 wesayitên leşkerî yên zirxî yên bi tîpa Kîrpî
– 6 bombeavêj û çepera wê
– 7 çekên A4 û çepera wê
– Kamelyayek
– Dûrîbeneke teleskopê
– 2 dedektor
– 2 kamerayên li ser serî
– 4 radar
– 6 drone
– 34 sîstemên kamera yên mobesse
– Bi dehan kon
– Mertalên fîşek tê re derbas nabin
– Bi tonan teqemenî û bi sedan çeper hatin îmhakirin.

Wesayitên dijmin ên ku hêzên me derb li wan xistin;

– Kepçeyek mezin
– 4 kepçe
– 5 wesayitên leşkerî
– 6 drone
– 6 helîkopter
– 14 helîkopterên êrişê.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv