ÊRIŞÊN PDK’Ê RÛREŞ KIRIN
KURDAN BI ÇALAKIYÊN CUDA LI DIJÎ ÊRIŞAN PEYAMA BERXWEDANÊ DA
Kurdistaniyên li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Dûîsbûrgê li Konîg-Heînrîch Platz hatin ba hev, êrîşa PDK’ê ya li ser gerîla protesto kirin.
Di çalakiyê de bi kurdî û almanî daxuyanî hatin dayîn.
Hate gotin; êrişa PDK’ê ya li dijî 7 gerîlayên HPG’ê ya li Xelîfanê tê wateya tesfiyekirina têkoşîna azadiyê.
Di çalakiyê de êriş û siyaseta PDK’ê ya li gel dewleta Tirk hate şermezarkirin.
Herî dawî li dijî êrîşên dagirkeriyê ya Tirk banga yekîtiyê hate kirin.
Ciwanên Başûrê Kurdistanê jî li dijî siyaseta hevkar a PDK’ê, ji bo piştgirî bidin gerîla di tevgerê de ne.
Tevgera Gencanî Welatparêz ji bo rûreşkirina îxaneta PDK’ê pirtûkên Rêber Apo belav kirin.
Ciwanan diyar kir ku ew wek ciwanên başûr li dijî PDK’ê helwesta xwe diyar dikin û piştgiriya xwe li gerîlayên Kurdistanê re eşkere dikin.