Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Kawa Nadir: ‘Kiryarên PDK’ê dikeve qalibê xiyanetê û biserxistina pîlana dijminên Kurdan’

 

PDK’Ê LI XELÎFANÊ 2 CARAN ÊRIŞÎ GERÎLA KIR
SALAR MEHMÛD: DIVÊ KURD LI DIJÎ DAGIRKERAN BIBIN YEK

Li Başûrê Kurdistanê li dijî êrişkariya PDK’ê ya li ser gerîla nerazîbûn heye.

Pisporê Kar û Barê Iraqê Salar Mehmûd û Kawa Nadir ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivîn.

Salar Mehmûd bi bîr dixe, ku biryara parlementoyên Iraqê û herêma Kurdistanê ji bo derxistina eskerên Tirk ji xaka Iraqê heye û dibêje:

Ji bo derketina leşkerên biyanî, tenê 3 meh mane. Heta serê salê divê hêzên biyanî hemû ji nav xaka Iraqê derkevin.

Salar Mehmûd destnîşan dike, ku êrişên dewleta Tirk binpêkirina huqûqa navneteweyî ne û dibêje, Madem dagirker li dijî Kurdan hemû dibin yek, lazim e Kurd jî bibin yek.

PDK’Ê LI XELÎFANÊ 2 CARAN ÊRIŞÎ GERÎLA KIR
KAWA NADIR: EV YEK DIKEVE QALIBÊ XIYANETÊ Û BISERXISTINA PÎLANA DIJMINÊN KURDAN

Çavdêrê siyasî Kawa Nadir jî destnîşan dike, ku dewleta Tirk hebûna xwe di tinekirina Kurdan de dibîne û wiha dibêje:

Ji bo wê jî êrişên xwe berfireh kirine û heta Silêmanî jî çûne.

Kawa Nadir daxuyaniya Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Fûad Hisên jî bi bîr dixe, ku gotibû “me rê daye Tirkiyê da êriş bike û em li hev hatine”

Çavdêrê siyasî bi vê daxuyaniyê ve girêdayî hevdîtinên ku wê şefê MÎTa Tirk Hakan Fîdan li Bexda bi hempîşeyên xwe yên Sûrî û Iraqê re bike, bi bîr dixe û dibêje:

Ev hemû îsbat in û ji bo wan doza Kurdan bernameyeke dijberiyê ye.

Bi biryara her çar welatan, êrişî Başûr û Rojava dikin, lê ev xeyal in.

Gelê Kurd gelek caran rastî êrişên mezintir jî hatiye, Kurd her tim maye, dagirker nemane.

Li ser êrişên hêzên PDK’ê li Xelîfanê li dijî gerîlayan jî Kawa Nadir vê nirxandinê dike:

Bi çi awayî be, pêşmergeyên PDK’ê jî Kurd in, ji bo wê rijandina xwîna Kurdan bi destê Kurdan, karesateke mezin e.

Şoreşgerên Kurd şehîd dibin, lê kes bawer nake wê rojek bi destê hev şehîd bibin.

Ev yek dikeve qalibê xiyanetê, dikeve qalibê pîlana biserxistina dagirkerên Kurdistanê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv