Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Di mirina Fuadê Reş de şopa MÎT’ê

 

DI MIRINA FUADÊ REŞ DE ŞOPA MÎT’Ê
PIŞTÎ ŞEŞ ROJAN CENAZEYÊ FUADÊ REŞ HAT DÎTIN

Fuade Reş li gundê Dêrî yê Silêmaniyê rezekî wî hebû û heftiyê rojek du rojan diçû nava rez.

Malbatê wî dide zanîn ku roja 3’yê Îlona 2021’an di saetên zû yên sibehê de Fuadê Reş berê xwe dîsa da gundê Dêrî û ji wê demê ve xeber jê nedihat girtin.

Piştî şeş rojan, îro cenazeyê wî di nava wesayîta wî ya wergerayî de li nêzî gundê Dêrî di nava dolekê de hat dîtin.

Birayê Fuad, Selah Yasîn berî rojekê jî peyamek belavkiribû û gotibû, “Em bi fikarin ku MÎT’a Tirk ji ber kiryarên xwe yên li deverên cûda yên Herêma Kurdistanê birayê me revandibe.

Ji ber ku Fuad ji salên 90’î ve berpirsê Rêxistina Kurdistan Solidarîtê bû ku zêdetirî 50 gund ava kirine û bi hezaran mayîn û bombe li deverên cûda yên Kurdistanê bi dirêjiya sinorê Silêmanî û Îranê rakirine.

Pêşmergeyê Dêrîn Fuade Sulîdaryetî bi nasnav Fuade Reş ji sala 1970’an ve xizmeta doza netewî ya Kurd dike, ew hertim bi helwesta xwe ya netewî dihat naskirin. Fuadê Reş ji bo perwerdeya li Rojavayê Kurdistanê jî alîkarî kiribû

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv