Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mustafa Karasu: ‘Kemal Pîr çavkaniya coş û moralê bû’

 

SALVEGERA ŞEHADETA KEMAL PÎR
MUSTAFA KARASU: ÇAVKANIYA COŞ Û MORALÊ BÛ

Ji pêşengên PKK’ê şoreşger û berxwedêrê mezin Kemal Pîr, bi têkoşîn û şoreşgeriya xwe bandoreke mezin li koma Apoyî dike.

Endamê wê demê yê koma Apoyî û Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasu bi van gotinan qala Kemal Pîr dike:

Me bi hev re li Dîlokê xebat dimeşand.

Em demeke dirêj li heman malê man.

Şoreşgerekî mezin bû.

Coş û heyecan dida me hemûyan.

Çavkaniyê coş û moralê bû.

SALVEGERA ŞEHADETA KEMAL PÎR
RIZA ALTÛN: WÎ HEVALÊN XWE JI BO RÊXISTINIYA CÛDA YA KURDAN ÎKNA KIRIN

Kemal Pîr bi jiyan û têkoşîna xwe pîvanên mîlîtaniya şoreşgerî ya PKK’ê afirand.

Endamê wê demê yê koma Apoyî û Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Riza Altun jî wiha qala Kemal Pîr dike:

Piştî civîna Tuzluçayirê çû Kurdistanê.

6 meh şûnde vegeriya.

Rewşa Kurdistanê dît û bi awayekî vekirî bal dikişand pêwistiya rêxistiniya cûda ya Kurdan ya ji rêxistinên Tirkiyê.

Kemal Pîr digot heta Şoreşa Kurdistanê nebe, şoreşa Tirkiyê nabe.

Wî bi xwe bi van gotinan hevalên derdora xwe jî îkna kirin.

SALVEGERA ŞEHADETA KEMAL PÎR
ALÎ HAYDAR KAYTAN: WÎ EZ BI RÊBER APO DAME NASÎN

Ji pêşengên PKK’ê Alî Haydar Kaytan jî dibêje ku Kemal Pîr ew bi Rêber Apo re daye nasîn û wiha didome:

Ez û Kemal Pîr di fakuleya Ziman, Dîrok û Erdnîgarî ya Zanîngeha Enqerê de şagirt bûn.

Wê demê tim bi faşîstan re şer çê dibû.

Min yek di wan şeran de Kemal Pîr nas kir û em bûn heval. Wî ez birim malekê û li wir ez bi Rêber Apo re dam nasîn.

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv