TÊKOŞÎNA LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ
KURD Û DOSTÊN XWE BI PÊŞENGIYA DEFEND KURDISTAN LI QADA NE
Li ser banga Înîsiyatîfa Parastina Kurdistanê û Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewrûpayê li gelek navendên derveyî welêt Kurd û dostên xwe li qadan bûn.
Li bajarê Swîsre Baselê kurd li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê meşiyan.
Li 6 navendên Almanyayê jî çalakiyên girseyî hebûn.
Yek ji wan li Stuttgartê bi beşdariya hezaran kesî hat lidarxistin.
Dîsa li Dusseldorfê jî meşeke girseyî hat lidarxistin.
Wekî din li Frankfûrt, Berlîn, Hannover û Hambûrgê jî bi hezaran Kurd û dostên xwe li qadan bûn.
Li paytexta Îtalya Roma, bajarê wî Mîlano, li bajarê Hollanda Amsterdamê li paytexta Ingilistanê Londonê, paytexta Fînlandiya Helsînkiyê, li Belçîka û Qibrisê jî di van kêliyan de Kurd û dostên xwe li qadan e.
Înîsiyatîfa Parastina Kurdistanê bi van çalakiyan dixwaze balê bikişîne ser êrişên dagirkeriya Tirk li dijî Başûrê Kurdistanê.
Her wiha bangê li hêzên Kurd bike, ku yekîtiya xwe li dijî êrişan xurt bikin.