Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KJK: 1’ê Tîrmehê ne dawiyek, destpêka têkoşîneke nû ye

 

TÊKOŞÎNA LI DIJÎ VEKIŞÎNA JI PEYMANA STENBOLÊ
KJK: 1’Ê TÎRMEHÊ NE DAWIYEK, DESTPÊKA TÊKOŞÎNEKE NÛ YE

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê-KJK’ê têkildarî vekişîna ji peymana Stenbolê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku dewleta Tirk bi awayekî fermî 1’ê Tîrmehê ji peymanê vekişiya ye û wiha hat gotin:

Lê li Tirkiyê her roj jinek bi şideta mêrekî tê kuştin.

Di nava wan welatan de ku şideta li dijî jinê zêde bûye, Tirkiye di rêzên pêşî de ye.

Di vê demê de ku tecawizkirina zarokan bê ceza tê hiştin, her cûre cihêkarî li dijî jinê tê kirin, bi îmzeya serokkomarê faşîst Erdogan xwe ji peymanê vekişandin.

TÊKOŞÎNA LI DIJÎ VEKIŞÎNA JI PEYMANA STENBOLÊ
KJK: EM BERXWEDANA ÇALAKGERÊN JIN SILAV DIKIN

Di daxuyaniyê de KJK’ê çalakiyên jinan ên li gelek bajarên Tirkiyê û Kurdistanê yên li dijî vekişîna ji peymanê hatin bibîrxistin.

Bi dehhezaran jinan bi hêrseke mezin bersiv dan vê yekê.

Bendên polîsan derbas kirin û biryara dewamkirina têkoşînê dan.

Bi vê yekê jinan 1’ê Tîrmehê veguherand roja destpêkirina têkoşîneke nû.

Weke Koordînasyona KJK’ê em berxwedana van jinên ji bo azadî û wekheviyê sondxwarî bi hezkirin û hurmet silav dikin.

Wê têkoşîna me ya azadiya jinê, bêyî ku gavek paşde bê avêtin, bi îdîayeke mezin were dewamkirin.

TÊKOŞÎNA LI DIJÎ VEKIŞÎNA JI PEYMANA STENBOLÊ
KJK: DYA Û EWRÛPA BI XURTÎ PIŞTGIRIYÊ DIDIN POLÎTÎKAYA DIJMINAHIYA LI JINÊ

KJK’ê di daxuyaniyê de destnîşan kir, ku çalakiyên jinan ên 1’ê Tîrmehê careke din nîşan dane, ku wê têkoşîna hevpar a jinan desthilatdariya AKP-MHP’ê hilweşîne.

KJK’ê vekişîna ji peymana Stenbolê weke darbeyeke li dijî civakên Kurdistanê û Tirkiyê bi nav kir û got, ji ber vê yekê helbet di serî de jin, wê hêzên demokrasî û azadiyê ji bo jiyaneke bi rûmet heta dawî li ber xwe bidin.

Koordînasyona KJK’ê piştgiriya Amerîka û Ewrûpayê ya ji bo rêjîma faşîst a AKP-MHP’ê jî bi bîr xist û got, her alîkariya ku ev hêz bidin, tê maneya piştgiriya xurt ji bo polîtîkayên dijminahiya li jinê.

Jinên Kurdistanî û Tirkiyeyî, wê li dijî van polîtîkayan têkoşîna xwe ya azadiyê mezin bikin.

Wê jin jiyaneke azad û wekhev, li ser bingeha yekîneyên bi heybet ên jinan, teqez bi dest bixin.

Em ê slogana xwe ya “Jin Jiyan Azadî” bi îdîa û biryardariyeke mezin pratîze bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv