ÊRIŞÊN LI DIJÎ BAŞÛR
HPG: 2’YÊ TÎRMEHÊ GELEK QAD HATIN BOMBEKIRIN
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrişên dewleta Tirk ev agahî dan:
2’yê Tîrmehê dora gundê Hirorê, Girê Şehîd Azad, qadên Kêste û Derarê yên Metîna bi helîkopteran hatin bombekirin.
Heman rojê qereqolên li ser sînor gundê Rêncbiraxa yê Zapê bi obusan bombe kirin.
Dîsa 2’yê Tîrmehê li gelek qadên Avaşînê û Zapê livûtevgera zêde ya helîkopterên artêşa Tirk hebû.
HPG’ê ragihand, ku di van êrişan de ti zirar li hêzên gerîla nebûye.
ÊRIŞÊN LI DIJÎ BAŞÛR
JI BER BOMBEBARANÊ ELEKTRÎKA GUNDÊN QENDÎLÊ QUT BÛ
Li aliyê din ji bilî daxuyaniya HPG’ê Rêveberiya Saziya Ceyrana Soran a Başûrê Kurdistanê ragihand, ku şevê din balafirên şer ên dewleta Tirk Binarê Qendîlê bombe kirine.
Saziyê diyar kir, ku ji ber bombebaranê elektrîka gundên Zêrgelê, Bokrîskan û Lêwjê yên Binarê Qendîlê qut bûye.
Her wiha zirareke zêde ya maddî li xetên elektrîkê bûye.