KRÎZA ABORÎ YA JI BER SIYASETA ŞER ERDOGAN
LI GEVERÊ DI NAVA 10 MEHAN DE 117 ESNAFAN DIKANÊN XWE GIRTIN
Ji krîza aborî ya ji ber siyaseta şer a Tirk, esnafên Geverê jî zirara mezin dibînin.
Serokê Odeya Esnaf û Sanatkaran YETSO ya Geverê Vedat Çogaç ji Ajansa Mezopatamyayê re axivî û encama xirab û krîza aborî raxist ber çavan.
Çogaç anî ziman ku encamên krîza aborî her roj hinek din giran dibin û got: Esnafan bi krediyên ji bankayan girtin hewl dan, ji krîzê rizgar bibin. Lê belê êdî gihiştine asta nikaribin krediyan û kirayên xwe jî bidin.
Vedat Çogaç dazanîn ku tenê di nava 10 mehêdan de, 117 esnafên Geverê neçar mane dikanên xwe bigirin û her ku diçe ev hejmar jî zêde dibe.
KRÎZA ABORÎ YA JI BER SIYASETA ŞER A ERDOGAN
LI METROPOLÊN TIRK HEJMARA FÎRMAYÊN ÎFLAS DIKIN ZÊDE DIBE
Wekî Geverê li Tirkiyê jî her ku diçe hejmara esnaf, şîrket û fîrmayên mezin ên ji ber krîza aborî îflas dikin zêde dibe.
Çavdêrên siyasî û aborîzan jî, sedema bingehîn a krîzê siyasete şer a dewleta Tirk bi nav dikin û banga guhertinê dikin.
Lê belê butçeya 2021’a a desthilatedariya Tirk amade kiriye, nîşan dide ku wê di siyaseta şer de israr bike.