Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Girtiyên Azadiyê: Emê heta dawî li ber xwe bidin 13.12.2020

 

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
GIRTIYÊN AZADIYÊ: EM Ê HETA DAWÎ LI BER XWE BIDIN

Koma Civakên Kurdistanê û Komalên Jinên Kurdistanê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo û Kurdistanê pêngava “Dem Dema Azadiyê ye” dabûn destpêkirin.

Bi hezaran girtiyên PKK û PAJK’î jî ji zindanên dewleta Tirk a dagirker bi vê pêngava dîrokî rabûn.

27’ê Mijdarê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bidorvegerî kirin.

Çalakiya girtiyan 17 roj li pey xwe hiştin û niha koma 4’an çalakiyê bi rê ve dibe.

Girtiyên jin li zindanan pêşengiyê ji çalakiyê re dikin.

Hevşaredara berê ya Dersimê Nûrhayat Altûn li zindana Kandirayê Tîpa F hejmar 1 bi malbata xwe re axivî û got, ew dest bi çalakiya greva birçîbûnê dike.

Girtiya azadiyê ji zindana Kandirayê Tîpa F hejmar 1, Necla Atak bi rêya malbata xwe peyamek şand.

Necla diyar kir, ku tecrîda li dijî wan hatiye girankirin û got, her mafê girtiyan hatiye desteserkirin.

Heke îro civak dixwaze bêhnekê bistîne, divê tecrîda li dijî Rêbertiyê were rakirin.

Divê daxwazên girtiyan werin bicihanîn.

Necla Atak bang li her kesî kir, ku ji dengê girtiyên azadiyê re bibin dengek û got, werin em mil bidin hev û vê faşîzmê hilweşînin.

Yek ji berxwedêrên 2018’an li zindana Gebze ya jinan Ardil Çeşme jî nameyek ji Jinnewsê re şand.

Ardil jî diyar kir, ku tecrîdeke gelekî giran li dijî wan di meriyetê de ye û got, piştî destpêkirina greva birçîbûnê zextên li ser me zêde bûn.

Bi ser qawîşên me de digirin, dest datînin ser her cûre alavên me yên taybet û şexsî.

Ardil Çeşme jî bang li her kesî kir, ku ji bo wan bi berpirsiyariya xwe rabin û piştgirî bidin berxwedana wan.

Li zindaneke din a greva birçîbûnê lê heyî Ceyhanê Tîpa M jî girtiyê azadiyê Omer Toluk peyam şand.

Omer Toluk diyar kir, ku Mehmet Emîn Ado di koma pêşî de 5 rojan çalakiya greva birçîbûnê domandiye û paşê bi dorê wî, Zafer Bahadir û Mustafa Ozer çalakî dewr girtine.

Girtiyê azadiyê bang li her kesî kir, ku xwedî li çalakiya wan derkevin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv