XWEPÊŞANDANÊN LI DIJÎ DESTHILATDARIYA BAŞÛR
ÇARENÛSA KESÊN LI SILÊMANÎ HATINE BINÇAVKIRIN NAYÊ ZANÎN
Li Başûrê Kurdistanê 2’ê Kanûnê xwepêşandanên li dijî gendelî, pergala newekheviyê û bêmafiyê hatin destpêkirin.
Ji 2’ê Kanûnê ve xelkê Başûr li tevahiya bajar li qadan di nava çalakiyan de ne.
Di xwepêşandanên li Herêma Kurdistanê de gelek kes ji aliyê hêzên hikumetê ve hatine binçavkirin.
Heya niha jî çarenûsa 7 kesên li Silêmaniyê hatine binçavkirin nayê zanîn.
Endamê komîteya amadekar yê xwepêşandanên li Silêmaniyê Osman Gulpî ku bi xwe jî beriya dû rojan hatibû binçavkirin û duh hate berdan.
Osman Gulpî ji Rojnewse re axivi û got gelek hevalên me hatine binçavkirin, lê ji ber hejmara wan ji aliyê hêzên ewlekariyê ve têne veşartin, ew nizanin çend kes niha dibin çavan dene.
Divê demek zû de kesên hatine binçavkirin bên berdan.
Ji ber ku girtina wan wê bibe sedema hîn zêdetir xelk dakeve kolanan û helwestek din bi xwere bîne.
OLDAREN NAVÇEYA HEWLER KOYE
BI DAXUYANIYEKÎ PIŞTGIRÎ DAN XWEPÊŞANDARÊN BAŞÛR
Oldaren li navçeya Hewler Koye jî bi daxuyaniyekî piştgirî dan daxwazên xwepêşanderên Herêma Kurdistanê.
Di daxuyaniyê de ji rewşa niha desthilatên herêma Kurdistanê berpirs nişandan û gotin,
Nabe destê hêzên ewlehiyê bi xwînê xizminên wan sor bibin. Karê wan parastina ser û malê welatiyane.
Divê hêzên ewlehiyê paşve biçin. Ji bo xwepêşandanên medenî rê were dayîn.”
Herwiha di dawiya daxuyaniyê de xwestin kesên hatine girtin werin berdan û kesên êrişî xwepeşandaran kirine werin cezakirin.