Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Berxwedana gelê Şengalê û çalakiyên piştgiriyê dewam dikin 13.12.2020

 

BERXWEDANA LI ŞENGALÊ
BERXWEDANA GELÊ ŞENGALÊ DI ROJA 12’AN DE DEWAM DIKE

Çalakiya ku xelkê Şengalê bi armanca destekdayîna Asayîşa Êzidxanê daye destpêkirin, di roja xwe ya 12’yan de dewam dike.

Xelkê Şengalê bi serdana çalakvanan piştgiriya xwe tînin ziman.

Şengalî li dijî peymana Bexda û Hewlêrê bi armanca piştgiriya Asayîşa Êzidxanê, li pêşiya avahiya Navenda Asayîşa Şengalê kon vedane.

Çalakî ji aliyê koma Xanesorê ve dewam dike.

Xelkê Şengalê kom bi kom serdana konên çalakiyê dikin.

Heta niha xelkê Şengalê bi gelek çalakiyan xwesrin xweseriya Şengalê û îrada Êzidiya bê naskirin.

Ev daxwaz ji hikûmeta navendî re jî hatine ragihandin lê bêbersiv hatine hiştin.

Hevserokê Meclîsa Digorê Hecî Hacid têkildarî çalekiya destekdayîna Asayişa Êzidxan got:

Êrişên li ser asayişa me, êrişên li îrada Êzidiya ye. Heta ku ji bo daxwazên me bersivek erênî nedin me, em ê berxwedanê bidomînin.

LI ALMANYAYÊ MÎTÎNG
LI HÎLDESHEÎMÊ JI BO ŞENGALÊ MÎTÎNG HAT LIDARXISTIN

Li bajarê Elmanya Hîldesheîmê peymana PDK’ê û Bexdayê ku tevî dewleta tirk li ser Şengalê girêdane hat şermezarkirin.

Kurdistanî û dostên wan ên li Eyalet Saksonyaya Jêr jî tevlî çalakiyê bûn.

Li Eyaleta Saksonyaya Jêr bi organîzeya Navenda Çanda Kurd a Demokratîk a Hîldesheîmê ji bo parastina statûya Şengalê çalakiyek protestoyî hate lidarxistin.

Di çalakiyê de li ser navê kurdistaniyên li Saksonyaya Jêr û li ser navê Navenda Çanda Kurd a Demokratîk a Hîldesheîmê axaftin hatin kirin û hat gotin:

Wê kurdistanî tu carî destûrê nedin vê peymana li dijî îradeya xweseriya şengalê.

WEZÎRÊ IRAQÎ LI ŞENGALÊ BÛ
WEZÎRÊ KARÊ HUNDIR Ê IRAQÊ OSMAN XANMÎ ÇÛ ŞENGALÊ

Berxwedana ji bo xweserî û azadiya Şengalê dewam dikin.

Li welat û derveyî welat jî piştevaniyeke mezin bi Şengalê re heye û tê xwestin ku ev peymana ne bi xêr were betalkirin.

Di demekî ev daxwaz û çalakî li meydanê ne Wezîrê Karê Hundir ê Iraqê Osman Xanmî çû Şengalê.

Rêveberê Ragihandin û Peywendiyên ê Wezareta Hundirin a Iraqê Seid Mein li ser Twîteera xwe xwe ragihand ku wezîr û şendeya li gel gihîşte Şengalê û serdana Rêvebertiya Polîsên Şengalê kir.

Der barê naveroka hevdîtinê de agahiyek nehat belavkirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv