Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Eyn Îsa çi diqewime 13.12.2020

 

LI EYN ÎSA ÇI DIQEWIME?
REJÎMA SÛRÎ Û RÛSYA LI HEMBER ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK BÊ HELWESTIN

Di êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Rojavayê Kurdistanê de hêzên navdewletî xwedî çi rolê ne?

Piştî ku di 6’ê Cotmeha 2019’an de Amerîkayê hêzên xwe ji Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê derxist, dewleta Tirk û çeteyên wê ji bo dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê dest bi êrişan kirin.

Dewleta Tirk û çeteyên wê di van êrişan de bi her awayî sûcên li dijî mirovahiyê kirin.

Şervanên Kurd, Ereb, Suryanî û Ermenî yên ser bi QSD’ê li dijî êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê berxwedaneke destanî nîşan dan.

17’ê Cotmeha 2019’an Amerîka û dewleta Tirk ji bo 5 rojan agirbest îlan kir.

Piştre jî Tirkiye û Rûsya 22’yê Cotmehê agirbestek îmze kirin.

Di encama vê lihevkirinê de polîsên leşkerî yên Rûsya û parêzvanên sînor ên girêdayî hikûmeta Şamê wê li ser sînor bi cih bibûna.

Di encamê de 23’yê Cotmeha 2019’an hêzên girêdayî hikûmeta Şamê li ser sînor bicih bûn.

Lê dihat payin ku bi vê peymanê, pêşî li êrîşên dewleta Tirk ên li ser rojavayê Girê Spî, Eyn Îsa û Kobanê bihatana girtin.

Lê ji roja ku ev peyman hatiye îmzekirin û heta niha, êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê nesekinîne.

Bi taybet deverên bejahî yên dikevin rojavayê Eyn Îsa û gundên wê, her wiha navenda bajarokê Eyn Îsa jî di nav de gundên Hoşan, Xalidiyê, Ebû Sira û Mealek ên girêdayî Eyn Îsayê bûn hedefa artêşa Tirk û çeteyên wê.

Ji meha Mijdarê heta niha dewleta Tirk bê navber êrişî herêmê dike.

Di van êrîşan de gelek sivîl şehîd û birîndar bûn.

Li dijî vê hukûmeta Şamê û Rûsyayê berê xwe dan bêdengiyê.

Her çendî bi awayek fermî ji aliyê QSD’ê ve daxuyaniyek nehatibe dayîn jî hate îdîakirin ku Rûsyayê xwestiye QSD ji bajarok derbikeve û radestî hukûmeta Şamê bike.

Ji 6’ê Cotmehê ve di navbera QSD û Rûsyayê de hinek hevdîtin pêk hatin û di encama van hevdîtinan de biryar hate dayîn ku 3 nuqteyên hevbeş ên girêdayî QSD û hikumeta Şamê bên avakirin.

Lê belê, Rûsya dixwaze wisa bide nîşandan ku bi van nuqteyên çavdêriyê pêşî li êrîşan girtiye.

Lê êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê jî bênavber didomin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv