KONGREYA 4’AN A MXDŞ’Ê
111 ENDAMÊN MECLÎSÊ Û HEVSEROKÊN WÊ HATIN HILBIJARTIN
Li Şengalê Kongreya 4’an a Meclîsa Xweseriya Demokratîk, bi beşdariyeke berfireh a Êzîdiyan û pêkhateyên din ên herêmê pêk hat.
Piştî nîqaş, peyman û xwedina raporan hilbijartin pêk hat.
111 kes ji Êzîdî, Mesîhî, Şîa û Sûnniyan weke endamên meclîsê hatin hilbijartin.
Xezal Reşo û Haşim Hecî jî bûn hevserokên MXDŞ’ê.
Kesên hatin hilbijartin bi sondxwarinê dest bi wezîfeya xwe kirin.
Hevserokên Meclîsê Xezal Reşo û Haşim Hecî piştî sondxwarinê axivî û gotin, em ê ji bo tevahiya gelê xwe, ji bo aavakirina şengala xwe kar bikin.
KONGREYA 4’AN A MXDŞ’Ê
JI BO DÎWANA DESTEYA RÊVEBER 2 HEVSEROK Û 3 CÎGIR HATIN HILBIJARTIN
Erka pêşî ya endamên Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, hilbijartina Dîwana Desteya Rêveber bû.
Dijwar Feqîr û Rîham Hesen bûn Hevserokên Dîwana Desteya Rêveber a Şengalê.
Faris Herbo, Cîhan Celo û Azad Hisên jî bûn cîgirên wan.