Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Berxwedana li dijî şerê topyekûn ê qirkirina Kurdan

 

BERXWEDANA LI DIJÎ ŞERÊ TOPYEKÛN Ê QIRKIRINA KURDAN
LI KURDISTANÊ LI DIJÎ ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK BERXWEDAN DIDOME

Dewleta Tirk a dagirker bi êrişên 24’ê Tîrmehê li dijî Kurdan dest bi şerekî topyekûn kir.

Piştî bombebaranê HPG’ê ragihand ku êdî wateya agirbestê nemaye.

Encamên hilbijartinên 7’ê Hezîranê qebul nekirin û biryara hilbijartinên pêşwext ên 1’ê Mijdarê dan.

Heta hilbijartinê ji bo HDP’ê qels bikin êrişî mal û kargehên Kurdan, navenda giştî ya HDP’ê û bajarên kurdan kirin.

Komên faşîst mirin ji Kurdan re dixwestin, tecrîda li ser Rêber Apo dewam dikir.

Li hemberî van êrişan ji Kurdan re tenê rêya berxwedanê mabû.

Piştî êrîşên qirkirinê bi salekê Kurdan tevî Cizîr, Gever, Gimgim, Silopiya, Nisêbîn, Şirnex, Kerboran, Dêrik, Farqîn û Sûr li 22 bajar û navçeyan xwerêveberî ragihandin.

Dewleta tirk a dagirker bajar dorpêç kirin. Qedexeya derketina derve ragihand.

Li ber çavê cîhanê bi çekên NATO tevî jin û zarokan herî kêm 321 sivîl qetilkirin.

Di jêrzemînên avahiyan de mirov bi zindî şewitandin. Bajar talan û wêran kirin.

YPS’ê ragihand ku di encama berxwedanê de 2 hezar û 218 leşker, polîs û cerdevan hatin kuştin.

Her wiha 363 endamên YPS û YPS-Jinê şehîd bûn.

Ji bo dewleta tirk êşkence, qedexekirina Kurdî, girtina saziyan, girtin, binçavkirin, kuştina bêdarez, êrişa li ser gorên şehîdan bû pêkanînên rojane.

AKP’ê darbeya biguman a 15’ê Temmuza 2016’an, veguherand darbeya li dijî hêzên muxalîf.

Li dijî HDP’ê darbeya siyasî pêk anî. Tevî hevserokên wê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, bi sedan şaredar, parlamenter, çalakgerên jin, rêveberên HDP’ê girtin.

Qeyûmê dagirker danîn ser şaredariyên HDP’ê.

Erdogan vê carê di salvegera şerê Mercîdabikê de daket qada Sûriyê, Cerablus, Ezaz, Bab ji DAIŞ’ê dewr girt.

Piştî referandûma serxwebûnê ya PDK’ê ji bo derxistina kurdan a ji Kerkûkê rolek sereke leyst.

Di 20’ê Çileya 2017’an jî di 72 salvegera Komara Kurdistanê de bi 72 balafiran êrişî Efrînê kir.

Nêzî du mehan şervanên azadiyê û gelê Efrînê li dijî dagirkeran berxwedanek dîrokî meşandin.

Di 9’ê Cotmeha 2019’an jî di salvegera komploya li ser Rêber Apo de êrişî bajarên Rojava, Serêkaniyê û Girê Spî kir.

Paşê ji bo dagirkirina Başûrê kurdistanê êrişî Heftanîn, Metîna, Zap, Avaşînê kir.

Lê gelê kurd jî mîna li dijî DAIŞ’ê têkoşiya, 6 salin tevî girtiyên azadiyê, gerîla û şervanên xwe li ber xwe dide.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv