Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Sûriyê sûcên şer ên Îngîltere

 

LI SÛRIYÊ SÛÇÊN ŞER YÊN INGILTERE
350 MILYON STERLÎN ALÎKARÎ DA RÊXISTINÊN RADIKAL YÊN NÊZÊ TIRKIYÊ

Îngilîstan ji bo guherina rejima Sûriyê 350 milyon sterlin pere xerc kir û bi awayeke aktîf bi Tirkiyê re alîkarî da rêxistinên radikal yên li Suriyê.

Rojnamevan Marc Curtis di rojnama ingilizî Declassified de nivisand ku dema mirov li dîrokên alikariyê dinêre, xuya dibe ku, wan deman, herî zêde rêxistinên radikal yên cihadist serdest bûn.

Lêwma delil û îspat hene ku ingiltere bi hevalbendiya Tirkiyê piştgirî daye rêxistinên tundrew.

Weke mînak li Idlibê rêxistina Hayat Tahrir El Şam ku baskekî El Qaida û El Nusra yê ye, di sala 2017’an de bi alikariya Înlistanê hatiye ava kirin.

Disa di sala 2015éan de, hin endamên van rêxistinên tundrew weke kesê bi navê Bherlin Gildo ku bi terorizmê dihatin mehkeme kirin li xwe mukur hatin ku wan alikari ji istixbarata Îngilîstanê girtine.

Bi belgeyan derket holê ku di kanûna 2015’an de pisporên istixbarata Îngilîstan li Stenbolê bi hevkariya Tirkiyê perwerde dane komên çete ku navê artêşa azad ya Suriyê li wan hatiye kirin.

Herwiha li nava bajarên Idlib, Heleb û Ghouta yê, pisporên Îngilîstanê perwerde dane hêza polis ya van komên çeteyan.

Gelek caran Îngilîstan bi destê saziya navnetewî ya Adam Smith hevkarî bi van koman re kiriye.

Ev saziya qaşo serbixwe ku navenda wê li Îngilîstanêye, bi alikariya xwe ya rêxistinên terorist hatibû rojevê.

Derket holê ku Îngilîstan bi awayekî xurtî alikarî dayê çapemenî û medya van rêxistinên tundurew bû.

LI SÛRIYÊ SÛÇÊN ŞER YÊN INGILTERE
ÎSTIXBARATA ÎNGÎLÎZ JI BO ÇETEYAN TORA MEDYA Û ÇAPEMENÎ AVA KIR

Istixbarata Ingiliz ji sala 2012’an toreke berfieh ya propagandaya van rêxistinan ava kir û bi rêve bir.

Ji bo vê xebatê jî nêzî 300 kes weke rojnamevan hatin pwerdekirin.

Niha raya giştî ya Îngilîstanê ji hikumetê dixwaze eşkere bike ka alikariya 350 million sterlîn bi kijan armancê, daye kijan rêxistinan.

Ji derveyê vê alikariyê tê zanin ku Îngilîstan di şerê ji bo hilweşandina rejima esed de herwiha ji “butça reş” bi milyonan pere xerc kiriye û bi rêya istixbarata xwe çek şandiye ji van rêxisitnan re.

Lê hikumeta Britanî bi îsrar navê van komên çekdar eşkere nake.

Di raporên pisporande herwiha tê bibrîxistin ku îro li heremên bi alikariya Îngilîstanê bi rêve diçe û di destê komên tundrew de ye, mafê xwe îfadekirinê, wekheviya jin û mêr tine, gel ji her cure azadiyê bê par e.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv