Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Kongresa Amerîkayê serkeftina Biden û Harris pejirand 08.01.2021

 

HEWLDANÊN TRUMP BISERNEKETIN
KONGRESA AMERÎKAYÊ SERKEFTINA BIDEN Û HARRÎS PEJIRAND

Doh di dîroka nêz a Amerîkayê de yek ji rojên bi aloz bû..

Dema kongresa wela ji bo pejirandina encama hilbijartinên 3 Mijdarê kom bû, alîgirên Trump bi ser avahiyê de girtin..

Di bûyeran de 4 kesan jiyana xwe ji dest da û 52 jî birîndar bûn..

Piştî ku hêzên dewleta destwerdan bûyerê û ewlekariya avahiya Kongresê hat misogerkirin, civîn jinûve destpêkir..

Di rûniştina hevbeş ya Civata Nûneran û Civata Senatoran de, hin Komarger li ber encama hilbijartinên eyaletên Pennsylvania û Arizonayê rabûn..

Lê ev daxwaza wan di dengdanê de hat redkirin..

Û dawî di encama hejmartina dengên delegeyan de serketina Biden bi awayekî fermî hat qebûl kirin.

Cîgirê serokê Amerîkayê yê heyî Mike Pence dîyar kir ku Biden û Kamala Harris ji bo rêveberiya nû dengên pêwîst bidest xistine û ew ê 20’ê Çile bi awayekî fermî dest bi kar bikin.

Piştî pejrinadina kongresê, Donald Trump neçar ma ku têkçûna xwe qebûl bike û got ew ê erka serokatiyê dewr bike..

ÊRIŞA LI DIJÎ AVAHIYA KONGRESÊ
NAVENDÊN TEVNA CIVAKÎ HESABÊN TRUMP CEMIDANDIN

Di vê navberê de piştî banga Donald Turmp a li alîgirên xwe û di encama wê de êrişa li dijî avahiya Kongresê, navendên tevnên civakî helwest nîşan da..

Maplerên, Facebook, Twîtter, Instegram û Snapchat hesabên Trump cemidandin..

Rêveberiya Twîtterê ragihand ku heta Trump peyamên xwe yên sorkirina civakê jê nebe, ew ê destûrê nedin hesabê wî were bikaranîn..

Malpera Facebookê jî hesabê Trump ji bo 24 saetan rawestand û Youtube jî vîdeoya banga ku li alîgirên xwe kirî jê bir..

Dîrektorê Facebookê Mark Zuckerberg anî ziman ku peyamên Trump rê li ber tûndiyê vedikin û got, ji be vê sedemê parvekirinê wî ji platforma malperê rakirine..

ÊRIŞA LI DIJÎ AVAHIYA KONGRESÊ
LÎDERÊN CÎHANÊ: YA HATÎ KIRIN ÊRIŞA LI DIJÎ DEMOKRASIYÊ YE

Li aliyê din nerazîbûna lîderên cîhanê li dijî êrişa alîgirên Trump dewam dike..

Ji Neteweyên Yekbûyî bigrin, heta NATO û Yekîtiya Ewrûpayê, hemû alî hem fikirin ku a hatî kirina êrişa li dijî demokrasî û îradeya hilbêjêran e..

Piraniya lîderên Ewrûpayê anîn ziman ku ji ber Trump rêz nîşanî îradeta gelê Amerîkayê neda, alozî kûr bû..

Daxuyaniya herî balkêş jî ji Îsraîlê hat..

Lewma rêveberiya Îsraîl ku Trump weke dostê xwe ê herî nêz qebûl dikir, têkildarî êrişa li dijî Kongresê ev peyam da:

Gelê Amerîka û nûnerên wê yên hatine hilbijartin wê heq ji van êrişan derkevin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv